Kongreya Niştîmanî ya Başûrê- Rojavayê Kurdistanê…

Kongreya Niştimanî ya Kurdên li Suriyeyê, di 26. 10. 2011-an de li bajarê Qamışloyê hat li dar xistin. Nûnerên 11 partiyan, kesayetiyên serbixwe, pêşengên civakî û fikrî, berpirsiyarên xortan beşdarî kongreyê bûn. Nûner bes ji herêmên Kurdistanê ne, ji Şamê, Helebê, Raqeyê û Dêrezorê jî beşdarî kongreyê bûn. Di kongreyê de 257 nûner amade bûn.

Bes 6 partiyên kurd li Suriyeyê beşdarî Kongreya Niştîmanî nebûn. 6 partiyên kurdên Sûriyê yên ku di kongre de beşdar nebûn evin: 1- Elpartî Demoqratî (ya bi seroktiya Ebdilrehman Alocî), 2- Partiya Wîfaq ya Demoqrat (Rêkeftin), 3- Hevgirtina Gel, 4- Yekîtîya Kurdistanî, 5- Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD), 6- Şapêla Pêşeroj ya kurd li Sûriyê (Partiya Mîşel Temo).

Kongreya Niştimanî demek dirêj e ku tê amade kirin. Ji bona amadekirina kongreya xebatek vekirî hat meşandin. Hezar mixabin beriya kongreya niştimanî were li dar xistin pirsgirêkên heyî bi tevayî nehatin çareser kirin. Çareserkirina pirsgirêken jî gelek zehmet bû. Ew jî girêdayî rewşe tevgera Başûrê- Rojavayê Kurdistanê bû.

Li Başûrê-Rojavayê Kurdistanê di salên 80-yî de 4 partiyên bingehî hebûn. Ew beşbûna tevgera Başûrê-Rojavayê Kurdistanê gelek xwezayî bûn û 4 partiyên Başûrê-Rojavayê Kurdistanê, çar nerînên bingehî di civatê de temsîl dikirin.

Ew partiyan: Partiya Demokrat a Kurdên Li Suriyeyê, Partiya Pêşverû a Demokrat a Kurdên li Suriyeyê, Partiya Çep ya Kurdên li Suriyeyê û Partiya Hevgirtina Gel bû. Partiya Demokrat a Kurdên li Suriyeyê, partiyek nasyonalîst bû, ji hemû beşên civatê kesan di partiyê de cîh digirt; bi Partiya Demokrat a Kurdistan a Iraqê re xwediyê pêywendî bû. Partiya Pêşverû a Demokrat a Kurdên li Suriyeyê, partiyek pêşverû bû. Partriya Çep jî, partiyek çep bû. Partiya Pêşverû û Partiya Çep bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê re xwediyê pêywendiyên bû. Partiya Hevgirtina Gel jî partiyek sosyalîst bû.

Hezar mixabin piştî salên 80-yî Dewleta Suriyeyê û Rejîma Baasî, bi destê PKKê li ser Tevgera Başûrê-Rojavayê Kurdistanê opreasyonek pêk anî û projeyek bi cî û cî kir. Ji bona ku Tevgera Başûrê-Rojavayê Kurdistanê, serok û qadroyên tevgerê bê îtibar bike, bi destê PKKê qampenyek gelek xurt meşand. Îcaze da ku PKKê xwe li Başûrê-Rojavayê Kurdistanê rêxistin bike û xortên Başû-rê-Rojavayê Kurdistanê bike mîlîtanên PKKê.

Dewleta Suriyeyê di vê projeya xwe de biserket. Tevger û partiyên kurdî li Başûrê-Roajavayê Kurdistanê parçe kir, serok û qadroyên partiyên kurdî bê îtibar kir. Bi hezaran xortên Başurê-Roıjavayê Kurdistanê şand nav PKKê û dan kuştin.

Di vê qonaxeyê de jî ev pirsgirêka Tevgera Başûrê-Rojavayê Kurdistanê dom dike. Dîsa Dewleta Suriyeyê bi destê PKKê raste rast mûdaxeleyî Tevgera Başûrê-Rojavayê Kurdistanê dike.

PKKê, gelek aşkere diyar kir ku piştgirê hukûmeta merkezî a Suriyeyê ye. Hevalbendên PKKê jî, li hemberî rejîma baasê ne, li hemberî Tirkiyeyê mûxalefetê dixwazin xurt bikin. Lewra Tirkiyeyê dixwaze ku li Suriyeyê rejîm bê guhertin. Loma jî Suriye ji Tirkiyeyê re dijminitî dike.
Kongreya Niştimanî ya Kurdên li Suriyeyê xuya ye ku ev pirsa girîng niqaşe nekiriye û ji bona vê pirsê çareserî, rê û rêbaz nîşan nedaye.
Lewra ew rewşa dibe sedem ku li hemberî rejîma baasê mûxalefetek hevbeş û xurt naye meşandin.
                                                              *****
Ji bona muxalefetek hevbeş û xurt bes sedem parçebûna tevgera Başûrê-Rojavayê Kurdistanê nîn e. Sedemek din ya girîng jî, Tevgera Başûrê-Rojavayê Kurdistanê xwediyê armancek hevbeş jî nîn e. Kongreyê di vê pirsê de biryar daye. Kongre dibêje: “Daxwaza mafê çarenûsî ji bo miletê kurd li Sûriyê ye.”
Ew bi awayekî lihevkirinekê nîşan dide. Lê çareseriyek nîşan nade. Heta ez dikarim bibêjim ku ev lihevkirinek gelek amatorî ye jî. Lewra ji bona miletekî bin dest, “mafê çarenûsî”, mafekî gelek xwezayî ye. Ne hewceye ku ew maf a bê diyar kirin jî. Miletê Kurd li Suriyeyê miletekî bindest û kolonîî ye. Loma jî raste rast xwediyê “mafê çarenûsî” ye.
Di “mafê çarenûsî” de xala girîng ew e ku miletê, ev mafê xwe bi çi awayî û bi statuyê bi kar bîne. Yanî milet, dewletek serbixwe, an dewletek otonom û federal daxwaz dike, divê ev yeka bê diyar kirin.
Kongreya Niştimanî ya Kurdên li Suriyeyê ev armanca bi zelalî diyar nekiriye. Loma jî ev pirsa dom dike. Ev pirsa dê di pêşerojan de jî,  ji parçebûnê re bibe sedem. 
                                                             *****
Li Başuêrê-Rojavayê Kurdistanê di dem û awayê serîhildanê de jî pirsgirêkek mezin heye. Tê zanîn ku Li Suriyeyê piştî ku li Deraayê serîhildana sivîl dest pê kir. Kurdan girêdayî ceribandana serîhildana 12-ê Adarê 2004-an lez nekirin ku beşdarî serîhildana sivîl bibin. Lê bi awayekî ji serîhildan û mûxalefeta ereb re piştgiriya xwe nîşan dan. Heta nûha jî ew helwesta Tevgera Başûrê-Rojavayê Kurdistanê dom dike. Girêdayî demê pirsa awayê xebatê jî pirsgirêkek mezin e. 
Kongreya Niştimanî ev pirsa jî çareser nekiriye.
                                                                 *****
Li Başûrê-Rojavayê Kurdistanê modela rêxistinî û zihniyeta têkoşînê jî pirsek gelek girîng e. Li Başûrê-Rojavayê Kurdistanê modela rêxistinî, modelek klasîk ya dema şerê sar e û bi taybetî jî di bin modela çepitiya klsîk de hatiye hûnandin. Nerîn û zihniyeta serokatiyê jî kevnarê ye.  Loma jî tevgerek û rêxistinên gelerî tune ne. Partiyên heyî ji gel dûr in û bersîva hewcedariya vê demê nadin.
Kongreya Niştimöanî, ev pirsa jî niqaşe nekiriye û di derbarê van pirsan de biryarên nû negirtine, li ser projeyên nû li hevûdu nekirine.
                                                              *****

Kongreya Niştimanî, ji bona Başûrê-Rojavayê Kurdistanê, biryara damezirandina “Encumana Niştimanî ya kurdî li Sûriyê” girtiye. Ev birayerek gelek êrinî ye. Lê dema pirsên din çareser nebin, ev projeya jî zêde encam nagre.
                                                             *****
Kongreya Niştimanî ya Kurdên li Suriyeyê, “xwe beşek ji oposîzyon û şoreşa gelêrî ya miletê Sûriyê” îlan kiriye; biryar daye ku “piştgirî bike.
Rastî di vê biryarê de “Miletê Suriyeyê” wek hevokek sosyolojîk û îlmî, xwediyê gelek problem e. Lewra li Suriyeyê du milet hene. Ew miletan jî, miletê kurd û ereb in. Ji derveyî wan jî kêmnetewe hene.
Ev terîfa dişibe terîfa “Miletê Tirkiyeyê” ku ji aliyê Ocalan de di van demê dawî de tê parastin. Lewra ev terîfa, terîfa kemalîzmê ya ku kurdan tune bike ye. Ez bawer nakim ku kurdên li Suriyeyê ev peyv bi vê maneyê bi kar anîne. Lê ew terîfa Kurdistanê û miletê kurd, wek beşek ji Suriyeyê û miletê ereb terîf dike.
                                                       *****
 Di tevgerên milî de rola xortan û cîwanan gelek girîng e. Di hamen dem de di nav tevgera Başûrê-Rojavayê Kurdistanê de jî her dem ev rola xortan derketiye pêş. Bi taybetî jî di van demên dawî de tevgeraek xortan ya xweser li Başûrê-Rojavayê Kurdistanê qewîmiye.
Kongretya Niştimanî ya Kurdên li Suriyeyê ev tevgera xortan girîng şirove kiriye û biryar daye ku ji vê tevgerê re xwedî derkeve û “hevkariyên ciwanên kurd” bike.
Ev biryarek gelek pozîtîf e.
                                                     *****
Kongre biryar daye ku rêjîma Sûriyê bê guhertin. Lê li Suriyeyê rejîmek çawa ava bibe, di vê rejîmê de pozîsyona kurdan dê çawa bibe nehatiye diyar kirin. Gelek aşkere ye ku li Suriyeyê guhertina rejîmê ji bona kurdan guhertina dewletê ye û dewletek nû ya ne erebî û federal avabûne. Kongreyê di vê pirsê der nerînên xwe zelal nekiriye.
Kongreyê ji bona ku guhertina rejîme kiriye biryar, loma jî biryar daye ku bi rejîmê re danûstandin neke.
Ev biryarek erênî ye.
                                                               ******
Kongreya Niştimanî di heman dem de birayên din yên girîng jî wergirtiye. Ew biryaran jî ew in:
* Kongre kuştina milet bi destên hêzên ewlekarî û leşkerî yên rêjîma Sûriyê şermezardike û doza derketina wan hêzan ji nav bajarên Sûriyê bilez dike.
* Hemî hevbendên partiyên kurdî yên berê (Hevbendî, Enî, Encûmana siyasî, Hevkarî) di kongre de hatin hilweşandin.
* Ger ku hevbendên oposîzyona Sûriyê (Ragihandina Şamê û Encûman Niştimanî û Komîteyta Hevkar) belge û biryarên kongireya kurdî nepejirînin, partiyên kurdî yên di wan hevbendan de wê di hindirê 2 mahan de ji wan hevbendan vekşên.”
Kongireyê Niştimanî yê Kurdên li Sûriyê, bi hilbijartina komîteyeke ji 45 endaman (20 ji partiyan û 25 serbixwe) bo rêvebiriya “Encûmana Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê di 27-10-2011-an de encam girtiye.

Amed, 13. 11. 2011

Îbrahîm GUÇLU
([email protected])

Nerîna min :