Polîtîk

Parlementerê Dersimê CHP tevlîhev kir

Parlementerê Dersimê yê CHP-ê Huseyin Aygun, li ser pirsa Dersimê û dîroka Dersimê lêkolînek kiriye. Aygun ji berî çend rojekî di derbarê bûyerên Dersimê de daxuyaniye da û got ku: Li Dersimê qirkirin çêbûye û berpirsê vê jî dewlet û CHP ye. Ataturk jî ji van bûyeran agahdare.

Gelek kes ji malbata Huseyin Aygun bi xwe jî di qetlîma Dersimê de hatine kuştin û sergom kirin. Li ser vê daxuyaniya Huseyin Akgun, CHP tevlîhev bû. Hinek parlementerên CHP-ê daxwaz ji îdara partiyê kirin ki Aygun ji partiye bavêjin.

Helwesta Aygun kemalistên di nav CHP-ê de gelek nerihet kiriye û ew dibêjin ku em rê nadin bi tu awayî kesek ziman dirêjiyê di derbarê Ataturk de bike.
Li ser van buyeran desthiltdariya CHP niha daxwaz ji Aygun kirin ku, ew sedemê vê helwesta xwe ji bo partiyê bide kifşkirin. Lê dixweyê dawiya Aygun ji dûrxistina wî ji partiyê ye.

Wek tê zanîn di hilbijartinan de li Dersimê, ne Ak Partiyê û ne jî BDP-ê tu parlementer dernexistibûn. Ji Dersimê du parlementer derdikevin û herdu jî CHP-ê kar kirin. Pişgiriya Dersimê ji bo CHP-ê û kemalistan gelek caran hatiye gotubêj kirin û heta niha jî ev pirsek ya sereke ya gotubêje di nav kurdan de ye.

Back to top button