Cîhan

Wezîrê Derve yê Îranê çû Libnanê

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Araqçî çû Libnanê. Li Libnanê cih bi cih hêja êrîşên Îsraîl berdewamin. Balafira Arakçî li balafirgeha paytaxt Beyrûdê danî, ku danê êvarê Îsraîl li nêzî wê balafirgeha hewayî pêk anîbû. Wezîr Arakçî ku bi heyeta pê re hat Beyrûtê, bal kişand ser girîngiya bikaranîna hemû rê û rêbazên dîplomatîk ji bo piştgirîkirina Libnan û herêmê li dijî Îsraîl.

Araqçî dema gihişte Beyrûtê çû Balyozxaneya Îranê ya li Libnanê û li ser geşedanên dawîn bi karmendan re hevdîtin pêk anî û derbarê pêşhatên dawî yên Libnanê agahî wergirt. Araqçî û şanda pê re piştre bi Serokwezîrê Libnanê Necîbe Mîkatî re hevdîtin pêk anî.

Balkêş e ?
Close
Back to top button