Abdulkadîr Selvî: Dibe ku beriya sala 2028an 6 meh an jî 1 salek biryara hilbijartina pêşwext bê dayîn
Nivîskarê Rojnameya Hurriyetê Abdulkadîr Selvî di nivîsa xwe ya bi sernavê “Piştpergala Hilbijartina Serokomariyê” de got, “Hêviya min ew e ku hilbijartinên pêşwext çêbibin. Lê dibe ku beriya sala 2028’an 6 meh an jî 1 salekê biryara hilbijartina pêşwext bê dayîn.”
Selvî di beşek nivîsa xwe ya rojnemeya Huriyetê de dibêje: Bendewariya min ew e ku hilbijartinên pêşwext çêbibin. Lê dibe ku 6 meh an salek beriya sala 2028an biryara hilbijartina pêşwext were dayîn. CHP ji ber namzediya serokomariyê û nakokiyên navxweyî dest bi windakirina dengan kir. CHP her ku diçe kêm dibe û ev yek dê berdewam be. Di mijara aborî û metirsiya şerê herêmê de, Erdogan ji nû ve serxweve tê û cardin dibe namzetê herê bi hêz. Dikarin bi gelek namzetan herin hilbijartina serokomariyê.
Ji berî çendekî Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel di daxuyaniya xwe ya 11ê Îlonê de ji rojnamevan Murat Yetkin re gotibû ku Serokomar û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayîp Erdogan di şert û mercên heyî de nikare careke din bibe namzed ji bo hilbijartina serokomariyê, lê eger bixwaze dê cardin bibe namzet, bila werê em li hevbikin û meha Mijdara 2025ê hilbijartinên pêşwex çêbikin.
Ozel bangî Erdogan kir û got: “Ez dibêjim were, dema du sal û nîvên te derbas bûn, pêşniyara hilbijartina pêşwext bînin parlementoyê û em Mijdara 2025ê herin hilbijartinê.
Ji gotinên serokê CHPê behtir nivîsa Selvî girîng e. Selvî gelekî nêzikî Erdogan e û cihê baweriya wî ye jî. Di pişperdê de çi dibe Selvî dizane û yarizanek ji yê tespitkirina politika Erdogane jî.