Polîtîk

Keça Kurd a Ezidî li Xezayê ji aliyê artêşa Îsraîl ve hate rizgarkirin

 Artêşa Israîlê daxûyakirin ku, wan li Xezayê keçeke Êzidî rizgar kiriye. Ev keç ji berî 10 salan ji aliyê DAÎŞê ve hatibû revandin û li Xezayê derdikeve holê.

Artêşa Israîlê roja, 03.10.2024ê di daxûyaniyekî de ragihand ku, li vê heftiyê di operasyonekî de ev keça ezidê rizgar kiriye û temenê vê keçê 21 sale û navê wê Fewziye Seydo ye.

Artêşa Israîlê amaje jî daye ku, ew keça Êzidî bi awayekî nihênî li Deriyê Kerem Ebu Salimê rizgar kiriye û paşî di Deriyê Şah Hisên re veguhastiye Urdinê û ji wê derê jî şandiye Îraqê û bi malbata wê şa kiriye.

Herwesa Wezareta Derve ya Îraqê jî vegerandina wê keça Êzidî piştrast kiriye û ragehandiye, bi alîkariya Amerîka û Urdinê piştî zêdetirî çar mehên bizav û lidûçûnê, kariye wê keçê rizgar bikin, bê ku cihê rizgarkirina wê eşkere bikin.

Her di derheqa wê keça Êzidî ya rizgarkirî de, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller li Waşintonê ragehand, “Ew keç 11 salî bû dema ku ji aliyê DAIŞê ve ji Îraqê hatibû revandin û firotin û hatibû neçarkirin ku bi çekdarekî Hemasê re li Xezeyê bizewice.”

Bê guman mirov dikare gelek şirova li ser vê nûçeyê bike. Nûçetekî balkêşe. Keîa kurdek a Ezidî temê 10 saliya xwe de yanî hêja zarok ji aliyê rêxistina terorist DAÎŞê ve tê revandin û piştê 10 sala ew li Xezayê tê rizgarkirin. Herweha hat zanîn ku, DAÎŞÊ ev keç bi awayekî daye çekdarekî Hemasê. Îro jî ji aliyê Artêşa îsraîl ve tê rizgarkirin…!

Back to top button