CivakRojev

Wezareta Pêşmerge: Em çeperên xwe qahîmtir dikin

Piştî biryara Wezîrê Pêşmerge ya li ser cardin sazkirina çeperên Pêşmerge û avakirina wan bi awayekî serbazî ya serdemî, bi rêya alîkarî û fermana Serokatiya Herêmê, proseya çepersaziya Pêşmerge berdewam e.

Wezareta Pêşmerge daxuyaniyek belav kir û ragihand; ji bo ji nêz ve agahdarbûna li çawaniya erk û karê proseya çepersaziyê, îro 30ê Adara 2022yan Cîgirê Serfermandarê Operasyonan Lîwa Qareman Şêx Kemal tevî Rêveberê Perwerdeya Serbazî yê Wezareta Pêşmerge Lîwa Ebdullah û Lijneya Raspartî ya Çepersaziyê, serdana çeperên hêzên Pêşmerge yên li eniyên yek û du kirin.

Di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge de hat diyarkirin; di vê serdanê de Cîgirê Serfermandarê Operasyonan, pesnê erk û karê Lijneya çepersaziyê kir û li kêmasî û pirsgirêkên asteng li pêş vê proseyê pirsî.

Cîgirê Serfermandar ragihand: “Ev prose ji bo parastina canê yek bi yek ê Pêşmerge û tundkirina çeper û baregehên hêzên Pêşmerge ye.”

Back to top button