CîhanRojev

Nameya Serok Biden ya ji bo Serok Nêçîrvan Barzanî

Roja 0.03.2022 nameyek ji birêz Joe Biden Serokê Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê gihişt destê birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê.

Serok Joe Biden, di nameya xwe da, tekez dike ku Herêma Kurdistanê hevbeşek girîng ya Amerîkayê ye û di wê nameyê da dibêje ku welatê wî bi berdewamî û demdirêj dê bi aramî û seqamgîriya Iraq û Herêma Kurdistanê pêgîr be.

Serok Biden êrîşa mûşekiya li ser Hewlêrê şermezar dike û hevahengiya mukim û demdirêj ya di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de bilind dinirxîne û tekez li ser pêgîriya Amerîkayê bi piştevaniya hêzên emnî yên Iraq û Pêşmerge dike.

Di beşeke din ya nameya xwe de, Serok Biden tekez kiriye ku Amerîka Herêma Kurdistaneka aram, seqamgîr û pêşketî wekî beşek sereke ya Iraqeka seqamgîr û pêşketî dibîne.

Serok Biden, her wisa cejna Newrozê li Serok Nêçîrvan Barzanî û gelê Kurdistanê pîroz dike.

Back to top button