11 demjimêr berê
Wezareta Gencîne ya Amerîkayê di duxuyaniyekê de ragihand, ji ber êrişa mûşekên balistîk a 13ê vê mehê ya Îranê bo ser Hewlêrê, êrişa mûşekî ya Hûsiyan bo ser kompaniya Aramco ya Siûdiyê, herwiha êrişên din ên Hûsiyan bo ser Siûdiyê û Îmaratê, wan bazirganê bi navê Mihemed Elî Husênî û tora kompaniyên wî xistine lîsta cezayan.
Wezareta Gencîne ya Amerîkayê behsa wê dike, Mihemed Elî Husênî û grûpa kompaniyên wî, tometbar in bi dabînkirina keresteyên çêkirina mûşekan bo bernameya mûşekên balîstîk a Supaya Pasdaran a Îranê.
Li gor gotina Wezareta Gencîne ya Amerîkayê, Mihemed Husênî, toreke kompaniyan di xizmeta bernameya mûşekên balistikî ya Îranê de bikar aniye, di nav wan de jî Cêstar Sen’at Dêlîcan û kompanya Sîna Dêlîcan.
Li gor daxuyaniyê, “Husênî bi xwe beşdarî civînên ast bilind bûye û li gel berpirsên bilind ên Supaya Pasdaran hatûçû kiriye, herwiha wek Rêveberê Kompaniya Sîna Dêlîcan, bi bikaranîna belgeyên sexte, amûrê amadekirina lastîka nîtrîlî ji Çînê aniye” ji bo ku di bernameya mûşekên balîstîk a Îranê de bikar bîne.
Ew ceza, ragirtina saman, qedexekirina pêdana vîzeya Amerîkayê û qedexekirina miameleyên darayî li gel wî kesî û kompaniyên wî li xwe digire.
Roja 13ê Adara îsal, Supaya Pasdaran a Îranê bi mûşekan êrişî mala Rêveberê Cîbicîkar ê Kar Group Şêx Baz Berzincî ya li Hewlêrê kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro, 30/03/2022, li gel Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Matthew H. Tueller civiya û Tueller nameyeke Serokê Amerîkayê Joe Biden gihand Nêçîrvan Barzanî.
Serokê Amerîkayê Joe Biden di nameya xwe de, êrişa Supaya Pasdaran a bo ser Hewlêrê şermezar dike û pesnê hevhanegiya qayîm û dûrûdirêj a Herêma Kurdistanê û Amerîkayê nîşan dide.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, “Di nameyê Joe Biden tekez kiriye ku Herêma Kurdistanê hevbeşeke girîng a Amerîkayê ye û pabendiya berdewam û dûrmewda ya welatê xwe bi aramî û seqamgiriya Iraq û Herêma Kurdistanê derbirî.”
Li gor daxuyaniyê, Joe Biden pabendiya Amerîkayê bi berdewamiya piştgiriya hêzên Amerîkayê bo Iraqê û Pêşmerge dûpat kiriye.
Di beşeke din a nameyê de, Joe Biden “tekezî li ser wê kiriye ku Amerîka, Herêma Kurdistaneke aram, seqamgir û geş wek beşeke sereke bo Iraqeke seqamgir û geş dibîne.”
Serokatiya Herêma Kurdistanê ameje bi wê jî dike, “Serokê Amerîkayê Cejna Newrozê li Nêçîrvan Barzanî û gelê Kurdistanê pîroz dike.”