
Lijneya Însiyatifa Yekitiya PDKê li Bakur,civînên xwe ji bo yekitiyek li ser xeta netewî berdewam dike. Roja 14.06.2015 li bajarê Ruhayê civînekî li dartêxe. Ev jî banga wan e ji bo civînê:BANGNAMEBirano verin em li emanetê serok û rêberê xwe yê qahraman, qadî mihammedê pêşewe, şêx Mahmud berzencî şex Abdulselam barzanî û şex Ahmed barzanî Mele Mistafa Barzanî, Şêx Saîd, Seyîd Rıza, Dr Nurî Dersimî, Xalid Begê Cibrî, Yusuf Ziya, û bi giştî şehîdên Kurdistanê xwedî derkevin….Kurd û Kurdistanîyên hêja;Rêxistin, komel, grup, kesayet;Birano, verin em hemû gotin û tevgerên ku Kurdan ji hev dûr dixin û Kurdistanê di bin dagirkiriyê di hêlin di bin gavê xwede bifetisînin.Verin em li rêbaza Barzaniyê kahraman û destkeftê başûrê Kurdistanê û helveste Serxwebûnê bi yekîtî û yekdengî xwedî derkevin.Verin em bi yekîtî û yek dengî piştgiriye serokê Devlete Federe Kurdistanê rêzdar Mesud Barzanî û helveste cenabê vî ya serxwebûnê xwedî derkevin.Em hemû fikrê li dijî yekîtiye xeta netewî û demokrat û serxwebûnê di ûcdanan’ da mehkûm bikin û em rûyê xwe ji wan biguherînin.Lawra rewşa me ye îro encama parçebûne me ye.Bêtifaqî,cudabûn, xisarê dide hebûne me,.êş û janên me,îro me dawetî yekîtiyê dikin.Bila be, em bibin yek, di ser êş û janan re bê jî, emê qabûl bikin. Bi tenê bila em bibin yek. Bi tenê em bi hevre bixabitin li ser armanca kurd û Kurdistanî û erdingeri û ala xwe em bibin yek deng. Em bibin Kurdistaniyek yek parçe û yek deng.’’Belkî sibê ji me hemûye re bibê dereng’’.Birano verin em yek deng bin, milê xwe bidin hev, zincîrê kolonyalîst û dagirkeran bi çirinin. Bi hevre, li ser erdingeriye xwe desthilatdar bin.Birano verin em êş û janê xwe bi hevre parve bikin sedemê, parçebûne xwe bi bratî nîqaş bikin, em di xeletiyê xwe de israr nekin, berjevendiyê kesayetî terk bikin. Berjevendiyê Kurd û Kurdistanî li ser her tiştî re bigirin.Em bi vî reh û rîşalê xwe yî netewî, banga xwe bi rîya çepemeniyê di gihînin partî, tevger, grup, komel, kesayatên sîyasetmedarê netew û demokrat û alîgirên Kurdistanî bi rêz û şanezî ve dawetî civîne yekîtiya netew û demokrat 14-06-2015 li bajarê RUHA’YÊ dikin,bi beşdariye ve emê şad û baxtewar bin. LİJNA INSİYATIFA YEKİTİYE PDK (Lİ BAKUR)