Kurdwatch hevpeyvînek li gel şervanekî berê di nava YPGê de, Nûrman Ibrahim Xelife pêkanî. Ji bo girîngiya vê hevpeyvîne em wek xwe belav dikin.Nûrman Ibrahîm Xelîfa, şagirt:Wan ji wê re got: Tu nehêjayî vê fîşeka PKK yî! û fîşek di serê wê de teqandinKURDWATCH, 30ê gulana (May) 2015ê – Nûrman Ibrahîm Xelîfa, jidayikbûn 2001 li Hisiҫa, ҫardeh salî û şagirta sefa nehan bû gava gava Partiya Yekîtiya Demoqrat ew revandin û ew birin kempeke leşkerî ya PKK li Kurdistana Iraqê. Li wir gerek bû ew perwerdekirban û kirban şervaneke gerîla. Piştî meh û nîvê wê karî birevê. Ji dema ku PYD desthilatdarî kiriye destê xwe de li Kurdistana Sûriyê li wir her tim kesên temen biҫûk li dijî erê kirina dê û bavên wê tên leşkerkirin û li eniyê tên bikaranîn. Nûrman Ibrahîm Xelîfa qurbaniya yekê ye, ya ku ji KurdWatch re li ser tecrubeya xwe diaxive. Ew niha veşartî li Ewropa dijî.KurdWatch: Navê te ҫiye û kengî tu jidayik bûyî?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Navê min Nûrman Ibrahîm Xelîfa e û ez di 5ê gulana 2001ê de jidayik bûme.KurdWatch: Kengî tu tevlî PYD bûyî?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Berî ku ez sefa nehan bidawî bikim.KurdWatch:Ҫawa te têkilî bi PYD re danî?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Bi rêya heval û mamostayên xwe. Ew ҫûn civînên wan. Wisa daxwaz li cem min ҫêbû ku ez partiyê nas bikim.KurdWatch: Ev mamosta nû bûn yan ji mamostayên kevin bûn?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Ew nû bûn. Ew karmendên yên nû bûn.KurdWatch: Ҫend mamosta alîgirên PYD bûn?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Nêzîkî heftê û pênc ji sedî.KurdWatch: Mamostayên mêr û yên jin?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Erê.KurdWatch: Te ҫawa biryar stand, ji bo tu tevlî wan bibî? Ew bi we re axivîn û ji we re gotin, gereke hun werin mavendên wan yên leşkerî û xwe li wir fêrî ҫekan bikin?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Ez rastiyê bêjim, daxwaz li cem min ҫêbûbû ji bo ez tevlî wan bibim. Lê min tenê xwest ez herim civîneke wan. Lê wan min kirin erebeyekê de û birin Dêrikê.KurdWatch: Te xwest tu tenê herî civînekê û wan te birin navenda fêrkirinê?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Erê, wan min nebirin civînê, lê min birin Mela Merzê. Li wir wargeheke fêrkirina leşkerî ya bidizî heye.KurdWatch: Lê wan ji te re got ku ewê te bibin wargeheke fêrkirina leşkerî, yan?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Na, min hew dît, ku wan min bir wargehê. Min bi rê de ji erebeyê birayê xwe dît. Min bangî wî kir û li pencereya erebeyê xist. Kadroyeke jin [ji şofêr re] got: »zû bajo, birayê tê.« Gava min bi berdewamî li pencereyê xist, wan bi binê tivingekê li patka min xist. Ez gêj bûm û li wargeha leşkerî dîsa hatim ser hişê xwee.KurdWatch: Tenê te wê rojê dixwest herê civînê, yan hinekî dî jî bi te re bûn?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Me xwest di pey dersê re bi hev re bi mamostayên xwe re herin civînê. Wan got, ew diҫin kombûnekê û min got, baş, ez bi we re têm. Lê ez beşdarî civînê nebûm, min birin Dêrikê.KurdWatch: Hun ҫend şagirt bûn? We bi erebeyekê yan bi basekê birin wir?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Bi erebeye normal de. Ez bi tenê bûm. Lê gava ez li Dêrikê bûm, min hevalên xwe dîsa dîtin. Min ji wan pirsî, ew li vir ҫi dikin û wan got: »Em tevlî wan bûn.«KurdWatch: Ji wan re jî gotibûn ku ewê herin civînekê?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Na, wan biryar bi xwe standibû.KurdWatch: Hun ҫiqasî li Dêrikê man?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Ne li Dêrikê, li Mela Merzê em pênc rojan man.KurdWatch: We di van pênc rojan de ҫi kir?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Em sibhi zû saat sê û nîv şiyar dibûn. Ji sê û nîv heta heft sport bû. Saat heft taştê hebû. Dûvre ders bûn, di nav de nîv saat bêhnvedan, wekî dî heta saat nehê êvarî ders bûn.KurdWatch: Ҫi ji we re di dersê de digotin?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Di vê heftiyê de Cuma, Reşîd û hin kesên dî der dan me. Xweşik nayê bîra min wan ҫi digotin.KurdWatch: Dibêjin, ku di dersekê de li ser malbatê diaxivin û hewl didin, dê û bavan nebaş nîşan bidin ji bo kesên ciwan hewl nedin bi wan re têkiliyan deynin. Dersên wiha didan we?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Gava ez giham wir ji min re gotin »malbata xwe jibîr bike.« Gava ew tişteî wisa bêjin, wateya wê ewe ku ew partiye nebaş in.KurdWatch: We ҫi dixwar?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Sibehê zeytûn didan me û ҫar deqe bi me re hebûn ji bo taştê. Nîvrokî savar hebû, ev şîv jî me di ҫar deqan de dixwar. Bi êvarî makerûn didan me, lê tenê du deqe didan me ji bo xwarinê.KurdWatch: We dikarî di wan ҫar herweha du deqeyan de têr bixun?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Bê guman na, lê em mecbûr bûn.KurdWatch: Heftiya yekê ҫawa bû? We perwerdeya leşkerî jî stand yan tenê siyasî bû?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Li destpêkê me tenê fêrkirina leşkerî stand û tenê gava malbat hew li yekî dipirse, ev kes fêrkirina leşkerî distîne.KurdWatch: Devera hun li wir dijiyan û we li wir sport dikir ҫawa bû?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Jin û mêr ji hev veqetandî bûn û sport li derve dihat kirin.KurdWatch: We di sportê de ҫi dikir?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Sê ҫar saat bazdan.KurdWatch: Ҫend şagirt di kampa leşkerî de bûn û ҫend kes di temenê de bûn?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Di temenê min de nêzîkî deh û bi tevayî li wir pêncî kes hebûn.KurdWatch: Hun ji mêran veqetandî bûn?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Na, me bi hev re dixwar, sport dikir û ders distand. Lê tenê veqetandî me xew dikir.KurdWatch: Hun saat ҫend diҫûn xewê?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Saat dehê şevê. Bi şev bê guman me nobedarî dikir. Her şev, rojekê saatek û roja dî dido.KurdWatch: Yanî, we rojê di nav sê û ҫar saatan de xew dikir.Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Min ne dihijmart, lê teqrîben wisa bû.KurdWatch: Wan we her sibeh saat sê û nîv şiyar dikirin?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Ere, jina Kadro dihat û »roj baş« bangdikir. Kesê ji xew ranedibû dihat ceza kirin.KurdWatch: Ceza ҫi bû?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Ҫênedibû tu bi kesekî re biaxivî, ya jî te karê giran dikir. Yan jî xwarin nedidan yan divê tu firaxan bişo. Ev bûn ceza.KurdWatch: Ҫiqasî xwarin ji qut dikirin?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Rojek, dido, yan jî herî dirêj sê roj.KurdWatch: Ҫi ji wan zarokan re digotin, yên ku bêriya dê û bavên xwe dikirin û dixwestinvegerin?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Ez bi xwe yek ji wan bûm. Min tenê dixwest bi malbata xwe re biaxivim. Min dixwest bizanim ew ҫawa ne. Wan rê neda min û min du rojan rêkirin Dêrikê. Dûvre wan em bi ser ҫem re birin Kurdistana Iraqê, ҫiyayê Heftanîn, û em li vir man.KurdWatch: Wan we fêrî ҫi kirin piştî hefteya yekê di dersê de?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Carê ew qala serok, gel î civakê dikin. Wan li vir wisa nedikir. Wan tenê qala dîroka jinan dikir.KurdWatch: Wa sûndek yan tiştekî wisa xwar?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Erê, me sê caran sûndxwar, ku emê kar bikin ji bo azadiya serok û ji bo azadiya Kurdistanê û tiştên wisa.KurdWatch: We ҫawa dixwar?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Ew bi xwe maseke dirêj hebû, ya ku me li ser şipya sixwar. Lê carna xwarin li ser erdê bû û li vir jî divabû em şipya bixun.KurdWatch: Ango we hertim xwe ditewan ji bo hun bixun?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Erê.KurdWatch: Wan ҫima wisa dikir?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Ji bo em li gor siyaseza wan perwerde bibin.KurdWatch: Rewş li Kurdistana Iraqê ҫawa bû, hun ҫend bûn?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: em nêzîkî sed û ҫil xort û pêncî keҫ bûn.KurdWatch: Hemû kesên ku li Sûriyê bi te re li kampê bûn, birin Kurdistana Iraqê?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Na. [Hemû, kesên ku anîn Kurdistana Iraqê,] hevdû li ber ava mezin dîtin. Nêzîkî şêst kes bûn, yên kû teqrîben di temenê min de bûn, û nêzîkî ҫil kesên dî yên ji min ciwantir. Em bi hev re di ser ҫem re ҫûn Kurdistana Iraqê.KurdWatch: Ez dikarim tesewir bikum ku ji gelek zarokan re zehmet bû, ji nîşkave ji dê û bavên xwe bên qurkirin. Wan digotin ku ew bêriya dê û bavên xwe dikin?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Gelek ferzende nediket destê me de, bi hev re biaxivin. Ji ber gelekiya ders û fêrkirinê. Lê hinekan digot, ku em mecbûrbûn bi me re werin. Wan bêriya dê û bavê dikirin û dixwestin vegerin.KurdWatch: We bi şev jî nikarîbû bi hev re biaxivin? Hun ҫend bûn di odekê de?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Heftiya yekê em şazdeh bûn di odekê de. Axavtin qedexe bû. Gava me xewdikir, nobedarek di odê de hebû, ji bo em bi hev re neaxivin.KurdWatch: Koma ku ҫem bi hev re qutkir li Kurdistana Iraqê man yan ew dûvr eji hevdû hatin qutkirin,Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Em bi hev re ҫûn başûrê Kurdistanê û em ҫûn ҫiyayê Sipî. Yek ji sêyan li vir ma. Hine din ҫûn Metîn, hinek din ҫûn Heftanîn û hinek din jî ҫûn Araratê.KurdWatch: Gava we ҫem qutkir, pêşmerge li wir hebûn?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Em bi qaҫaxî derbasbûn. Pişmerge tinebûn.KurdWatch: We bi hev re ҫem qutkir yan yeko yeko?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Her şeş li qeyikê ҫem qutdikirin.KurdWatch: We ҫem b roj yan bi şev qutkir?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Bi şev, berî nimêja sibehê.KurdWatch: Wan ji we re got ku ew we dibin Kurdistana Iraqê?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Na. Min dizanî ku PKK tiştê mirov dixwaze nake. [Gava ez hîn li Mele Merzê bûm], min ji wan re got, ku ez naxwazim herim Qendîlê. Min dixwst li wî cihî bimînim, cihê ku em li wir bûn [Mele Merzê], ji ber ji min min dikarî birevim cem malbata xwe.KurdWatch: Hun ҫawa di kampa Kurdistana Iraqê de dijîn?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Tişt nehat guhertin. Li dijberî wê, wa bêhtir zor li me kirin.KurdWatch: Zordarî yanî ҫi?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Ҫima keҫek di temenê min de ҫiwalên petatan û bîdonên avê hilgire. Gerek bû em herin cihên dûr li ҫiyan ji bo avê bînin û bîdonen giran yên avê li ser pişta xwe hilgirin.KurdWatch: Ew cezayek bû?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Na divabû em avê ji bo kampa xwe bînin. Av dûr bû. Divabû herroj av werê.KurdWatch: Li kampê av tinebû?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Na li destpêkêe li ser kaniyekê bû. Gava min ji du hevalên keҫ re got, ka em birevin, yekê ji wan fesadîya me kir. Wan ez ji yên dî veqetandim. Wan min û yên dî birin kampeke dî. Ev kamp dûr bû ji kaniya avê.KurdWatch:Hun ҫend bûn di kampê de?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Li wê zincîra ҫiyayan ҫardeh wargeh hebûn. Li her yekê nêzîkî sed û ҫil kes hebûn.KurdWatch: Kî xwarin ҫêdikir?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Her roj dû kesan ji me ev kar distandin. Hertim jin û mêrek.KurdWatch: We dizanî xwarinê ҫêkin?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Qet na. Lê me her tişta ku ji me re dihat dixwar.KurdWatch: We ҫi dixwar?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Li ҫiyayan sibehi zeytûn, li vir jî tenê ҫar deqe bi me re hebû.KurdWatch: Zeytûn û nan?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Bê nan.KurdWatch: Tenê zeytûn?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Erê.KurdWatch: Mane we qet nedikarî têr bibinNûrman Ibrahîm Xelîfa: Bêguman. Û gava zeytûn tinebe, me petatên xav dixwar.KurdWatch: We nîvro ҫi dixwar?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Her roj savar..KurdWatch: Tenê savar? Tiştek pêre tinebû?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Bê tiştek.KurdWatch: Li Dêrikê jî wisa bû?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Erê li Dêrikê jî.KurdWatch: Av bi xwrinê re hebû?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Na, divabû mirov kîlometrekê here kanîye, ji bo piyalek av bîne.KurdWatch: Êvarî ҫi didan wa?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Makerûn.KurdWatch: Ҫi li ser makeronan hebû?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Ne tiştek.KurdWatch: Makerûn û xwê?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Xwê jî tinebû.KurdWatch: Nan hebu?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Me nan carekê dipêjî û gerekû bes be. Me nan bê hertiştî dixwar. Sibhî, gava makerûn tinebû tenê nan didan me.KurdWatch: We îşkence dikirin?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Êvarekê, gava cara yekê min bi hevalên xwe yên keҫ re hewl da birevim. Wan me girt. Em ketine zindanê de. Ez tenê du rojan ketime zindanê de, lê hevala min ҫar rojan. Gava ew derket, birîn li ser laşê wê hebû. Li wê dabûn. Bi qarîş û keblan li wê dabûn.KurdWatch: Hevala te ҫend sal bû?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Mîna min ҫardeh salî bû.KurdWatch: Perwerdeya leşkerî jî didan we?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Li destpekê fêkirineke teorî ya ҫekan dan me. Dûvre bi perwerdeyeke ҫekan jî.KurdWatch: Her roj perwerdeya leşkerî didan we?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Pênc rjên yekêe perwerdeya leşkerî tinebû. Dûvre di pey taştê re heta saat yazdeh prwerdeya leşkerî hebû. Dûvre firavîn hebû.KurdWatch: Di dema ku tu li cem PYD bû kesin dî hewl dan ji bo birevin?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Du rojan berî ku em birevin, min û hevalên xwe, me arîkariya heft kesan kir ji bo birevin. Wan parêzvanî dikirim di pey wan re nobedariya me bû. Me ji wan re got hun dikarin niha birevin û emê parêzvaniya we bikin. Ew revîn û dûvre nobedariya me bidawî bû. Tenê roja dî sibhî hate zanîn ku ew reviyan. Ji me re tishtek nehat gotin ku ew reviyane. Wan idîa kir ku ew hatine veguhesitî nuqteyeke dî.KurdWatch: Gelek kesan hewl dan ji bo birevin? Û hin kes hatin girtin?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Gava ez hatim chiya, kechek hebû heft caran hewl da bû birive, û di cara heshtan de ew dîsa hate girtin. Em hemû komkirin. Bi dirêjaya êvarê ombûnek hebû. Ew danîn ser sanê û ji wê re gotin, ku ew nehêjayî fîshekek PKK ye û hate kushtin bi fîshekê û ew avêtin chem.KurdWatch: Ew chend salî bû?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Hijdeh yan nozdeh salî bû.KurdWatch: Tu chiqasî di li chiyan mayî?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Ji 5ê chireya pashîna 2014ê ez bi wan re bûm û di 24ê chileya pêshîn min cihê xwe guhert.KurdWatch: Tu chawa reviyayî?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Birastî min newêrîbû birevim. Hevala min arîkariya min kir. Cara yekê em hatin girtin û di zindanê de bûn. Du rojan ez di zindanê de bûm, bê xwarin û av. Cara diwan me ji ciwaneî pirsî, eger ewê bi me re birevê, ji ber em kech nikarin bitena xwerevin. Lê wî gilhê me kir. Hevala min gere bû hatiba guhestin. Lê roja dî hevala min nobedar bû û wê ez shiyar kirim. Wê destpêkê ew ciwan mijûlkirin, yên ku dê di pey wê re nobedar ban. Em bi shev daktin xwarî chiya. Em nêzîî deh îlometran birêve chûn, heta em gihan gundekî. Li vir tenê du xanî hebûn. Em ketin xaniyeî de. Li vir jineke temen mezin hebû. Ew em heta roja dî sibhî hewandin û dûvre em radestî PDK kirin.KurdWatch: PDK chawa têkilî bi we re kir?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Ew gelkî bash bûn û heta em saxbin emê sipasiya wan bikin.KurdWatch: Wan we dan ber vepirsînê?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Wan ji me pirsîn û xwestin hertishtî bizanin.KurdWatch: Te got ku kechek jate kushtin. Ew ji kû bû?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Ji Efrînê. Navê wê yê partîzaniyê Bêrîtan Tolhildan bû.KurdWatch: Tu navê wê yê rastî dizanî?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Na.KurdWatch: Ew li ber chave we hate kushtin? Chen kes mecbûr bûn vê yekê bibînin?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Tevaya komika me. Em nêzîkî sed û chil kesî bûn. Wan kombûn tenê chêkir ji bo wê bikûjin.KurdWatch: Kî ew kusht?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Kadroyeke jin, komandana herî mezin li ser chiyayê Heftanin. Navê wê Berfîn Agirî bû, Kurdeke bakurî ji Botanê bû.KurdWatch: Ew ji zû de li cem PKK bû?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Ji nêzîkî sih salî ve.KurdWatch: Wê kechê tiwshtek got berî bê kushtin?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Na, wê tishtek negot. Wan ji wê re got: »Tu nehêjayî vê fîsheka PKK yî!« û di serê wê de teqandin. Ew kecheke bê deng bû. Ew ne gelkî degel bû û lewra di her hewldaneke revandinê de dihate girtin. Di cara heshtan de ew kushtin. Me xwest em termê wê bidin dê û bavên wê. Lê wan ev ye nepejirandin. Min û hevala xwe me got, emê ji dêûbavên wê re bêjin ku ew di sher de hatiye kushtin. Lê wê [Berfîn Agirî] tenê awirek ji me veda û got: »Ev ne karê we ye.«KurdWatch: Kesî dî tishtek negot?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Esî nediwêrî tishtekî bêjê. Carekî kesekî xwe aciz kir û sixêf kirin. Wê [BErfîn Agirî] tiving xiste serê wî de û got ez heman tishtî bi te bikim.KurdWatch: Navê kesên ku we perwerde dikirin chi bû?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Li cem heval Berfîn û heval Akif bûn û ji tevaya Heftanin heval Rêzan, Zozan û Berfîn berpirs bûn.KurdWatch: Chend zarok di koma te de bûn?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Koma me ji sed û chil kesî bû û hifdeh ji wan zarok bûn. Di komên dî de nêzîkî chil zarokî hebûn.KurdWatch: Kesên ku dihatin perwerde kirin bi kêf bûn?Nûrman Ibrahîm Xelîfa: Birastî kesek bi kêf tinebû. Ew tenê dikenîn ji bo neyê zanîn ku ew ne bi kêf bûn.