Nivîsar

Di kurdî de hawayê jimartinê

Zeynelabidîn Zinar

Îro gelek car tê dîtin ku hemwelatiyên Kurd di jimartinê de şaşiyên mezin dikin û şaşiyên xwe jî wek “Devoka Herêmî” bi nav dikin.

Di kurmanciya Zimanê Kurdî de, bikaranîna hawayê jimartinê dabeşê ser çar xalan bûye. Ew çar xal ev in li jêrê:

1- Kitjimar.

2- Cotjimar/zojimar.

3- Pirjimar.

4- Movikjimar.

1- KITJIMAR: Ji jimara 1ê hetanî ya 9an e.

2- COTJIMAR: Ji jimara 10an hetanî ya 99an e. Ji vê cotjimarê, re zojimar jî tê gotin.

3- PIRJIMAR: Ji jimara 100î û heta ku hevraz diçe…

4- MOVIKJIMAR: Reqema 20, 30, 40, 50, 60, 70, 80, 90, 100, 200, 300, 400, 500, 1000 û herwisa movik bi movik heta milyon û milyaran…

  1. Bilêvkirina Kitjimaran weha ye:

Yek, du (didu-dido), sê, çar, pênc, şeş, heft, heşt û neh.

Lê belê hin ji van jimaran li gor hin devokên herêmî, têne guhartin. Wek mînak:

– Ji jimara 2yan re, çendî ku DU, lê DIDÛ û DIDO, ji ya 8an re, HEŞT û HEYŞT jî têne gotin.

Lê dema siwarbûna kirinê li kitjimaran çêbibe, bilêvkirina wan weha ye: …yekê, …diduyan, …sisiyan, …çaran, …pêncan, …şeşan, …heftan, …heştan û …nehan.

Mînak:

– Di sala 1981ê de…

(Di sala Hezar û Nehsed û Heştê û Yekê de…).

– Di sala 1982yan de…

(Di sala Hezar û Nehsed û Heştê û Diduyan de…).

– Di sala 1983yan de…

(Di sala Hezar û Nehsed û Heştê û Sisiyan de…).

– Di sala 1984an de…

(Di sala Hezar û Nehsed û Heştê û Çaran de…).

– Di sala 1985an de…

(Di sala Hezar û Nehsed û Heştê û Pêncan de…).

– Di sala 1986an de…

(Di sala Hezar û Nehsed û Heştê û Şeşan de…).

– Di sala 1987an de…

(Di sala Hezar û Nehsed û Heştê û Heftan de…).

– Di sala 1988an de…

(Di sala Hezar û Nehsed û Heştê û Heştan de…).

– Di sala 1989an de…

(Di sala Hezar û Nehsed û Heştê û Nehan de…).

  1. Bilêvkirina ”Cotjimar”an weha ye:

Deh, yazdeh, duwazdeh, sêzdeh, çardeh, pazdeh, şazdeh, hivdeh, hijdeh, nozdeh, bîst, bîstûyek, bîstûdu, bîstûsê, bîstûçar, bîstûpênc, bîstûşeş, bîstûheft, bîstûheşt, bîstûneh, sih, sihûyek, sihûdu ha wisa bi vî rengî heta ku digîje jimara notûnehan.

Lê belê hin ji van jimaran li gor hin devokên herêmî, têne guhartin. Wek mînak:

– Ji jimara yazdeh re yanzdeh, ji ya duwazdeh re duwanzdeh, ji ya çardeh re çarde, ji ya pazdeh re panzde, ji ya şazdeh re şanzde, ji ya hivdeh re huvde, ji ya hijdeh re hinjde, ji ya nozdeh re nozde, ji ya bîst re vîst, ji ya sih re sî, tê gotin.

Mînak:

– Di sala 2010an de… (Di sala duhezar û dehan de).

– Di sala 2011an de… (Di sala duhezar û yazdehan de).

– Di sala 2012an de… (Di sala duhezar û duwazdehan de).

– Di sala 2013an de… (Di sala duhezar û sêzdehan de).

– Di sala 2014an de… (Di sala duhezar û çardehan de).

– Di sala 2015an de… (Di sala duhezar û pazdehan de).

– Di sala 2016an de… (Di sala duhezar û hazdehan de).

– Di sala 2017an de… (Di sala duhezar û hivdehan de).

– Di sala 2018an de… (Di sala duhezar û hijdehan de).

– Di sala 2019an de… (Di sala duhezar û nozdehan de).

– Di sala 2020î de… (ji ber ku ev movikjimar e, di pêş de behsa wê tê kirin).

– Di sala 2021ê de… (Di sala duhezar û bîstûyekê de).

– Di sala 2022an de… (Di sala duhezar û bîstûdiduyan de).

– Di sala 2023an de… (Di sala duhezar û bîstûsisiyan de).

– Di sala 2024an de… (Di sala duhezar û bîstûçaran de).

– Di sala 2025an de… (Di sala duhezar û bîstûpêncan de).

– Di sala 2026an de… (Di sala duhezar û bîstûşeşan de).

– Di sala 2027an de… (Di sala duhezar û bîstûheftan de).

– Di sala 2028an de… (Di sala duhezar û bîstûheştan de).

– Di sala 2029an de… (Di sala duhezar û bîstûnehan de).

– Di sala 2030î de… (ji ber ku ev movikjimar e, di pêş de behsa wê tê kirin).

– Di sala 2031ê de… (Di sala duhezar û sihûyekê de).

– Di sala 2032an de… (Di sala duhezar û sihûduyan de).

– Di sala 2099an de… (Di sala duhezar û notûnehan de).

  1. Bilêvkirina Pirjimaran weha ye:

Sed, sedûyek, sedûdu, sedûsê, sedûçar, sedûpênc, sedûşeş, sedûheft, sedûheşt, sedûneh, sedûdeh, ha wisa heta ku digîje jimara nehsed û notûnehan.

Mînak:

– Di sala 2100î de… ( ji ber ku ev movikjimar e, di pêş de behsa wê tê kirin).

– Di sala 2101ê de… (Di sala duhezar û sedûyekê de).

– Di sala 2102yan de… (Di sala duhezar û sedûdiduyan de).

– Di sala 2103yan de… (Di sala duhezar û sedûsisiyan de).

– Di sala 2104an de… (Di sala duhezar û sedûçaran de).

– Di sala 2105an de… (Di sala duhezar û sedûpêncan de).

– Di sala 2106an de… (Di sala duhezar û sedûşeşan de).

– Di sala 2107an de… (Di sala duhezar û sedûheftan de).

– Di sala 2108an de… (Di sala duhezar û sedûheştan de).

– Di sala 2109an de… (Di sala duhezar û sedûnehan de).

– Di sala 2110an de… (Di sala duhezar û sedûdehan de).

– Di sala 2999an de… (Di sala duhezar û nehsed û notûnehan de).

4- Bilêvkirina Movikjimaran weha ye:

Bîst, sih, çil, pêncî, şêst, heftê, heştê, not, sed (sedûbîst heta digîje sedûnotî), dused, sêsed, çarsed, pêncsed, hezar û herwisa heta ku hevraz diçe digîje sedhezar, pêncsedhezar, nehsedhezar, milyonek, dehmilyon, bîstmilyon…).

Di jimartina Movikjimaran de, daçeka pirane nayê bikaranîn. Çewa ku hin kes bi şaşî dibêjin: Di sala 2020an de... Yan dibêjin di sala 2020ê de û hemû jimarên weke van.

Rastî ev e: Di sala 2020î de.

MÎNAK:

– Di sala 2020î de… (Di sala duhezar û bîstî de).

– Di sala 2030î de… (Di sala duhezar û sihî de).

– Di sala 2040î de… (Di sala duhezar û çilî de).

– Di sala 2050î de… (Di sala duhezar û pêncî de).

– Di sala 2060î de… (Di sala duhezar û şêstî de).

– Di sala 2070yî de… (Di sala duhezar û heftêyî de).

– Di sala 2080yî de… (Di sala duhezar û heştêyî de).

– Di sala 2090î de… (Di sala duhezar û notî de).

– Di sala 2100î de… (Di sala duhezar û sedî de).

– Di sala 2200î de… (Di sala duhezar û dusedî de).

– Di sala 2300î de… (Di sala duhezar û sêsedî de).

– Di sala 2400î de… (Di sala duhezar û çarsedî de).

– Di sala 2500î de… (Di sala duhezar û pêncsedî de).

– Di sala 5000î de… (Di sala pênc hezarî de).

– Di sala 100.000î de… (Di sala sed hezarî de).

– Di sala 500.000î de… (Di sala pêncsed hezarî de).

– Di sala 900.000î de… (Di sala nehsed hezarî de).

– Di sala 1.000.000î de… (Di sala milyonekî de).

– Di sala 10.000.000î de… (Di sala deh milyonî de).

– Di sala 20.000.000î de… (Di sala bîst milyonî de).

Hin mînak:

– Jimara leşkerên me gihaye 500 000î (pêncsed hezarî).

– Jimara leşkerên me gihaye 900 000î (nehsed hezarî).

– Jimara leşkerên me gihaye 1 000 000ê (milyonekê).

– Jimara nîvê Kurdan gihaye 20 000 000î (bîst milyonî).

Li Hin Deverên Cuda Awayên Din Ên Jimartinê:

Mesela îsal, sal 2015 ye.

Li herêma Behdînan û li hin deverên herêma Botanê jî, weha tê gotin: Sala 2015ê (Sala duhezarûpazdê).

Pêşî divê em biryar bidin ka ev 2015 ku ji vê sala em tê de dijîn re tê gotin, gelo jimara vê salê ye yan navê vê salê ye?

Eger nav be, gotina li Behdîna û Botanê rast e.

Lê eger jimar be, gotina li Behdîna û Botanê ne rast e.

Li gor rastiyê, ev 2015, ji vê salê re jimar e.

Lewra ji wê sala ku Îsa Pêxember tê de çêbûye re gotine sal yek.

Ji wê hingê heta niha, du hezar û pazdeh sal bihurîne. Nexwe bilêvkirina van reqeman jî weha dibe:

– Sala 2015an (duhezarûpazdehan).

Hêvîdar im ku zimanzanên Kurd di mesela ziman û rasnivîsandina Zimanê Kurdî de, teng nefikirin û herêmî jî nenivîsin. Lewra çi tiştê ku îro bêtin nivîsandin, pêşeroja Zimanê Kurdî jî dê li ser wê avabibe.

Bi hêviya serkeftin û serfiraziyê, her şad û bextewer bin…

Stembol 29/ 05/ 2015

Back to top button