Nivîsar

Wateya hevûdîtina BDP-ê û PKK-ê

Piştî operasyona Şemzînanê, berpirsiyarên BDPê, KCDê, EMEPê, ODPê, gelek rêxistinên sivîl li Şemzînanê bi gerîlayên PKKê re hevûdîtin pêk anîn.

Piştî vê hevûdîtinê di rojnameyan û telewîzyonan de ji aliyê nivîskar, siyasetmedar, rewşenbîrên Kurd û Tirk de gelek niqaşe hatin kirin.

Hîn jî ew niqaşeyan dom dikin. Ez jî, di gelek platforman de beşdarî vê niqaşeyê bûm.

Ev bûyera bi helwesta MHPê hat qonaxek nû.

MHPê pêşniyar dike ku mafên mebûsên BDPê dawî bên û di derbarê wan de rêya hiqûqî ya cezayî bê meşandin.

Di encamê de jî di derbarê BDPê de doz vebe û encama dozê jî, ji aliya dadgeha desturî/makezagonê de bê girtin.

Loma ez dixwazim carek din li ser vê pirsê rawestim.

                                         *****

Di hevûdîtina BDPê û PKKê de pirsa yekem û girîng, “gelo ev hevûdîtina bi zanatî û bi plan çêbû, an na jî sitfeyî/lalatayîn çêbû?”

Lewra heger ev danûstandina bi zanatî û bi plan be, wê demê armanca/armancên hevûdîtinê cihê dibe. Lê heger hevûdîtin sitfeyî be wê demê armanc/armancên hevûdîtinê cihê dibe.

Her çiqas beşek mebûsên BDPê dibêjin ku ev hevûdîtina sitfeyî pêk hatiye jî, ew rastiya wan e. Dûr nîne ku ew jî, ji vê hevûdîtinê agahdar nînin.

Lê ew mebûsên nêziktirî PKKê dizanin ku ev hevûdîtina bi plan çêbûye û an na.

Nerînên rojnamevanê Kanal D jî diyar dike ku hevûdîtin bi plan û zanatî pêk hatiye.

Lewra beriya ku ger dest pê bike Sebahat Tûncel diyar dike ku “ev gera dê bibe gerek taybet.”

Rastî jî ev gera bû gerek taybet. Li ber çavên rojnamevanan bi PKKê re hevûdîtin pêk hat.

Lê bûyera balkêş ew e ku dema ew heyetek qelebelix û bi heyetê re gel jî heye, hêzên ewlakarî li holê nînin, tu tedbîran nagrin.

Gor baweriya min jî ev hevûdîtina bi plan û zanatî çêbû.

Heger hevûdîtin bi zanatî çênebûya, wê demê ji bona ku BDPê nekeve zehmetî û tengasî ev hevûdîtina pêk nedihat. PKKê ji bona ku BDPê biparêzin ev hevûdîtina nedikir. An jî BDPê ji bona ku rewşa xwe biparêzin, derfet nedidan PKKê ku ev hevûdîtina pêk bê.

Lewra baş tê zanîn ku dema ku ev hevûdîtina pêk bê, ji bona BDPê pirsigirêkên hiqûqî, siyasî, civakî derdikevin holê.

Heger bi zanatî ev hevûdîtina pêk nehatibe, wê demê bi zanatî PKKê provakasyon pêk anî ku BDPê bikeve zorê. BDPê ji rêya siyasî û aşitîiyê dûr bikeve, stratejiya pKKê ya “şerê şoreşa gel” û “herêmên rizgarkirî” re xizmet bike.

Bi taybetî jî ev nekokiya ku piştî daxûyaniya Leyla Zanayê derketibû holê, vala derxe.

Di vê hevûdîtina bi zanatî de jî çend armanc hebûn/hene.

Armanca yekemîn:  Wek tê zanîn PKKê encama biryara xwe “şerê şoreşa gel” biryar da ku li Şemzînanê “herêmek rizgarkirî” ava bike.

Piştî şerekî dijwar dewletê diyar kir ku PKKê şikest xwar û bi serneket.

PKKê ji bona ku hikûmet û deweletê derewîn derxe, BDPê gaziyê Şemzînanê kir û li wir bi BDPê re danûstandin kir. Ji reya giştî ya Tirkiyeyê re diyar kir ku “min şikest nexwariyê, ez li Şemzînanê desthilatdar im.”

Ji bona PKKê ev mesaja gelek girîng bû. BDPê jî ji vê helwestê gelek kêfxweş bû.

Piştî hevûdîtinê daxûyaniya BDPê û heyeta BDPê, kêfxweşî gelek aşkere û vekirî bû.

Armanca duyemîn: BDPê jî bi vê helwestê diyar kir ku ji nûha şûnda bi rêya siyasî û aşitî ev pirsa çareser nabe. Rêya PKKê diyar dike trast e. Ev rêya jî, rêya çekdarî ye. Rêya “şerê şoreşa gel” e.

Wek berpirsiyarên PKKê jî diyar kirine divê hikûmeta Partiya AKê bi rêya hilbijartin û demokratîq ne, dê bi rêya çekdarî bê rûxandin.

BDPê bi vê hevûdîtinê îlan kir ku di çareserkirina pirsa miletê kurd de ji rêya siyasî û aşitî dê dûr bikevin. Ewê rêya PKKê bişopînin.

Armanca seyemîn: BDPê îlan kir ku li Tirkiyeyê parlamentoyê û parlamenterîzmê ji tiştekî nahesibîne. Dê li derveyî parlamentoyê di nav lêgerînekê de bin.

Ji devreyî van armancan, hevûdîtina BDPê û PKKê encamên din jî qewimandin.

Beriya hevûdîtina BDPê û PKKê demek kurt ji aliyê PKKê ve mebûsê CHPê Huseyîn Aygun hatibû revandin. BDPê bi hevûdîtinê diyar kir ku ev rêya PKKê diecibînin û PKKê dikare mebûsan û kesan birevîne.

Ew tepkiyan wan ya li hemberî revandina Huseyîn Aygun jî, tepkiyek rasteqîne nîn e.

Di hamen dem ev helwesta BDPê, hevûdîtina BDPê û PKKê provakasyonek mezin e jî. Bi hevûdîtinê hêzên şoven hatin şiyar kirin ku ji bona ku di derbarê mebûsên BDPê û BDPê de rêya hiqûqî bê meşandin ew hêzan tevbigerin. Di encamê de jî di vê mijarê de tevgerandina MHPê dest pê kir.

BDPê jî dixwaze ku ev prosêsa dest pê bike û hikûmeta Partiya AKê bikeve zor ê.

Ev siyaseta BDPê, ne di berjewendiya wan û miletê kurd de ye. Divê BDPê ji van siyasetên xwe dev berde.

Amed, 27. 08. 2012

 


Îbrahîm GUÇLU

([email protected])

Back to top button