Polîtîk
Serok daxwaza postê serokkomarî nekiriye
Îro Peyvdarê Serokatiya Kurdistanê bi weşandina daxuyaniyeke fermî ragihand ku, heta niha serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaza postê serokkomariya Îraqê nekiriye.
Di daxuyaniya de hatiye nivîsandin ku, hin kanalên ragihandinî yên Îraqê nûçeyek belav kirine ku, qaşo serok Barzanî daxwaza postê serokkomariya Îraqê bo xwe anî bi keseke din kiriye, em weke serokatiya Kurdistanê eşkere dikin ku, ev nûçeya han ti rastiyeke xwe tuneye, piştî hilweşandina rejîma Sedam jî gelek car daxwaz ji serok Barzanî hate kirin ku, bibe Serokkomar lê qebûl nekir û nihajî qebûl nake.
Peyvdarê Serokatiya Kurdistanê
29.8.2012