Pirsgirêka kurd, PKK, lîberalîst û îslam

Di van bîst salên dawî pirsgirêka Kurd ji aliyê ronakbîr û rewşenbîrên liberal ve qestî ji dîn û misilmana dûr, li qada sekuler (laîk) tê niqaş kirin.
Wekî me di nivîsên xwe yên berê de nivîsandî bi vê yekê, ku bi destê PKKê ve Kurdan bi temamî ji Misilmantiyê dûr dixin, wana divegerînin civakek sekuler /ateist, li Kurdistanê girseyên misilman li hemberî dijbertiya din a du qetî dihêle.
Ji berê ve hinekê şaxa Stallînîst/Çepgir, Kurd/netewperest û PKK, bi propogandaya ku bi hezar salan e Kurd bi Îslamê tên razandin/xapandin ve bi taybet xortan dixapînin û wana bêdîn dikin. Bi awayek eşkere PKK û rêxistinên mîna wê, dixwazin temamî Îslamiyetê ji Kurdistanê derêxin û herêmê bikin mîna Endulusê. Dema vê dikin jî bi rêbaza Stallînîst, dibêjin bona kurd bikaribin azad bibin, ewil divê dev ji misilmantiyê berdin. Di vê niqaşê de têgîna ku herî zêde rastî êrîşê hat jî, Hz. Muhammed û Ummeta wî ye.
Ji berê ve rewşenbîr û rojnamevanên liberal mexsûs li ser cûdatiyan disekinin, xalên hevpar nabînin, bi taybet jî misilmantiyê ji ber çavan dûr digirin.
Îslama ku bawerî û şaristaniyeke hevpar pêk tîne, li ber dewletela netewî wekî asteng dibinin. Dixwazin reng, çand û baweriyên cûda ji civakê derxin û neteweke tek reng ava bikin.
Bi awayeke eşkere ye ku rewşenbîr û rojnamegerên Lîberal dixwazin di çarçoveya pirsgirêka Kurd de, Îslam û Dîn beredayî derêxin. Di gotin û tevgerên xwe de, hewl didin ku misilmantiyê mîna alavê yektîp kirinê nişan bidin. Bi vê yekê pirsgirêka Kurd dikşînin ser qada sekuler/ laîk. Îslama ku bingeha nirxên jiyana hevpare, bi tawanbarkirina ramana netewperest, tê dûrxistin.
Ne bitenê hêlên sekuler/laîk, hin rewşenbîr û ronakbîrên Îslamperest jî di heman rê da tevdigerin, bi taybet jî di mijara Kurd de, bi temamî dûrkirina Îslamê pêşdibînin.
Bitenê daxwazên komên kurdên sekuler/laîk dîbinîn û ji wan were qey kurd hemû sekuler/laîk in, hemû daxazên wana derveyî dîn in, êdî tu eleqeya wana bi dîn re tune ye. Û bi vê hincetê pirsgirekê di qada sekuler de niqaş bikin. Ew komen ku daxwazên Kurdên sekuler dibinin û guh didin wana, mîtîngên bi sed hezaran kesan, ku ji bo rêzdariya Hz. Pêxember yên li Diyarbekir, Batmanê hatin lidarxistin nabînin.
Mufît Yuksel / Yenî Şafak
(xeberenkurdi.com)