Esed careke din Tirkiyê tawanbar kir
Serokdewletê Suriyê Beşşar Esed, li Suriyê şer û pevçûnên ku diqewimin de di serî de welatên wek Tirkiyê dibîne. Esed diyar dike ku, di xwîn rijandina li Suriyê de, hikumeta Tirkiyê rasterast berpirsyare.
Li gorî nûçeya rojnameya Zamanê, Esed dixwaze ku welatên cîran jî têxîne nav şerê Suriyê. Vê jî bi nakokiyên di nav mezheben de dixwaze peyda bike. Tê îdiakirin ku, plana Esed a veşartî de, Esed xwestiye ku Libnanê jî bi nakokiyên mezhebî bikişîne nav şerê xwe.
Li gorî îdiayê, li bakurê welêt, li bajarê Akkarê, dereke ku qelebeliqe dike bihata bombekirin. Piştî vê, dike mirovên alim û oldar yên bawerî û mezhebên wan cudane, rasta êrîş û suiqastan bihatana. Plan, bi girtina wezîrê berê yê Libnanî hatiye deşifrekirin.
Dîsa gorî îdiaya rojnameyê, fermana plana kuştin û suîqast û bombekirinê a ku di kêliya dawiyê de hatiye deşîfrekirin, rasterast serokdewletê Suriyê Beşşar Esed daye.
hatye tesbîtkirin ku, hevkarê plana ku deşîfre bûye, wezîrê enformasyonê yê berê yê Libnanê Michel Samaha bûye.
Beşşar Esed jî di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku, di xwîna ku li Suriyê tê rijandin de, hikumeta Tirkiyê berpirsyar e.