Di girtîgeha Colemêrgê de şewat derket

Îro li girtîgeha Colemêrgê şewat derket. Şewatê seet di 13.30 an de destpêkiriye. Li girtîgehê mehkumên siyasî û edlî lê dimînin. Şewat, ji ber girtîyên siyasî yên ku nivînên xwe agir berê dane derketiye. Di qawişên ku girtîyên siyasî lê diman, dengê sloganan bilind bûye. Di heman cihî de jî duman derdiket.
Girtîgeha Colemêrgê kîlometrekê dûra bajarê navenda Colemêrgê, li taxa Kiranê ye. Li pêş girtîgehê, 6 ambulans û 2 wesaîtên agirkujiyê hazir hatine sekinandin. Li derdora girtîgehê jî bevdîrên berfirek hatin girtin. Li girtîgehê hîn ku bûyer dewam dikir, parlementerê Colemêrgê yê BDPê Adîl Kurt, çû girtîgehê û bi girtîyên siyasî re hevdîtin çêkir.
Rayedarên girtîgehê daxuyandine ku, şewat, ji ber 5 mehkumên ku wek demborî li girtîgehê diman, wana agir berdane nivînan û şewat jî bi vê sedemê pêk hatiye.
Hat ragihandin ku, rayedarên girtîgehê rewş xistine bin kontrolê.