Polîtîk

Rola Brîtanya û Jon Macer di azadkirina Iraqê de

Îro sêşemiyê 28.08.2012ê li havîngeha Selahedînê,  Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê pêşwazî li Sîmon Kolîs sefîrê Brîtanya yê li Iraqê û Hîw Îvans konsulê giştî yê wî welatî yê li herêma Kurdistanê kir.

Di hevdîtinekê de, pêwendiya di navbera Brîtanya û herêma Kurdistanê û çawayiya pêşxistina wan pêwendiyan, bi taybetî têkeliyên di warê enerjî de hatin nirxandin.

 Her du alî li ser berdewamiya şêwirîna bi hevdû re  li pirsên siyasî, aborî û ew pirsên xizmeta  berjewendiya her du aliyan bikin hevfikir bûn.

Nirxandina pêhatên dawiyên hermî û sedemên derketina wan aloziyan mijareke din a hevdîtinî bû.

 

Serok Barzanî digel şandeyeke bilinda parlamentoya  Brîtanyayê civiya

 

Her di eynî rojê de (28.08.2012) Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê li Selahedînê digel şandeyeke bilinda parlamentoya  Brîtanyayê a bi serokayetiya xanim Baroness Morris endama encumena Lordatiya Brîtanyayê û seroka komîteya Rojhilata Navîn civiya.

Di civînê de ku, himareke endamên parlamentoya Britaniyayê û berprisên partiya Mihafizkara brîtanî amade bûn, xanim Baroness Morris  serdana şanda bilinda parlamentoya Brîtanyayê, ji bona jinêzîk ve haydarbûn li ser  rewşa herêma Kurdistanê, bi pêngavekî girîng wesif kir.  Wê dûpat kir ku Brîtanya bi girîngî  li pêgeha rola herêma Kurdistanê û rola serok Barzanî li Iraq û navçeyê dinêre û  pêkvejiyan, diyardeya firehiya li herêma Kurdistanê heye û girîngîdana bi  rola jinan bilind dinirxîne.

 Morris got jî ku, ew dixwaze pêwendiyên siyasî û aborî yên digel hikûmeta herêma Kudistanê bihêztir bibin.

Serok Barzanî, ji bilî bilindnirxandina rola Brîtanya û bi taybetî  rola Jon Macer di azadkirina Iraqê de, behsa  wan karesatên ku, di serdema rejîma berê de rastî gelê Kurdistanê bûbûn, qonaxên avadankirina Kurdistanê û berdewamiya pêvajoya siyasî kir.  Barzanî hêvî xwest ku, welatê  Brîtanya zêdetir rola xwe di   pêvajoya siyasî û aborî de bibînê û pêwendiyên di navbera her du aliyan jî de bigihe astekî bilindtir.

Serok Barzanî bersiva pirsên parlamenterên brîtanî yên sebaret bi rewşa Iraq,  pêwendiya di navbera Hewlêr û Bexdayê û bi tevahî rewşa navçeyê da.

Civîna digel şandeya parlamentoya brîtaniyayê

Back to top button