Bernameya "Min Ciyawazim" destpêdike
Bernameya Zagros Tv. a bi navê “Min Ciyawazim-Ez cuda me” ku li Hewlerê dihate ser ekranan, bernameya jêhatî û şox û şengê, bi naverokeke dewlemend û bi rûyên nû careke din destpêdike.
Min Ciyawazim, ji çar aliyên welêt, ji kesên ku dibêjin, ez cuda me û ez jêhatî me digere. Di serî de Hewlêr, Amed, Mêrsîn, Êlih û Wan, li 13 bajara wê pêşbirkên serîdandinê werin kirin. Fînala seridandinê wê li Stenbolê, zindî were ser ekranan.
Hunermendên Kurd yên bi navûdeng Xêro Ebbas û Hekîm Sefqan û dîsa rewşen Çelîkel wê di jurîyê de cihê xwe bigrin.
Koordînatorê bernameya Min Ciyawazimê Erhan Yildiz, di daxuyaniya xwe de îfade dike ku, deriyê wan ji herkesî ku dibêje ez jêhatîme re vekirîne. Yildiz, “ji stranbêjiyê heta dengbêjiyê, ji îcraya enstrumanê bigre heta akrobasiyê, kî dibe bila bibe, ku kî dibêje ez jêhatîme, bila li ser înternetê di navnîşana www.minciyawazim.net ê forma serlêdanê tişe bike û serîlêbide.”