Polîtîk

Êrîşê karkerên demsaliyan kirin: 18 birîndar in

 

 

Malbatên ku wek karkerên demsalî tên bi nav kirin, yên ku li Amedê rabûne û bona kar û xebatê çûne bajarê Sakarya, li gundê Ortakoyê dixebitin,  

ji aliyê komeke nijadperest ve hatin lînçkirin. Hat îdiakirin ku, malbatên karkerên demsalî yên Amedî, li gund li ber cihê ku lê dimînin rûdinin. Komeke ku 5-6 kesan pêk tê, ji malbatên 

karkeran banga yekî dikin û bi heqaretî dest bi lêxistina wî dikin. Ji ber vê, malbat hewl didin ku mirovê xwe ji destê wan êrîşkaran xelas bikin. 

Piştî vê bûyerê, ew koma ku êrîşa karkeran kiriye, diçin qehwexana gund û dibêjin, “Kurdan xwestin ku me bikujin” û gundiyan provoke  dikin. Li ser vê, bi sedan gundiyên Ortakoyê kom dibin û êrîşa malbatên karkerên demsalî dikin û dixwazin lînç bikin. Di nav malbatên karkerên demsaliyan de jin û zarok jî rasta lînçkirina gundiyan tên. Di encama êrîşê de 18 kes birîndar bûn. Birîndar rakirine nexweşxana dewletê a Sakarya.

Malbatên ku rasta êrîşê hatine diyar kirine ku, wana wê vegerine Amedê.  

Li Tirkiyê nêzika mîlyon û nîvekê karkerên demsalî hene. Wana li bajarên Kurdan wek Semsur, Riha, Amed, Êlihê diçin Behra Reş findiqan, diçin herêma Egeyê tirî, diçin Anatolya Navîn pîvaja, diçin Meletî mişmişa û diçin Edenê pembû… Bi jinû zarok û kal û pîran, salê 7-8 meha deriyê mala xwe mifte dikin û bi perekî pirr hindik ku mirov kare bibêje bi nanezikê dixebitin. 

Derên ku diçin jî rasta gellek astengiyan tên. Stareyên wan yên ku lê dimînin bi pirranî di nav mercên xirab de ne. Zarokên wan nikarin biçine dibistanê. Ku nexweş dikevin kes tine ku xwe bigihîne hawara wan. Li gellek deveran jî, ji ber zimanê wan jî eciz dibin. Nahêlin an eciziyan dikin ku çima wana bi Kurdî bi hev re dipeyivin.

Pirsgirêkên karkerên demsalî gellekên û carna jî wek vê bûyerê, rasta êrîş û heqaretan tên.  

 

 

 

Back to top button