Serokê parlementoya Kurdistanê, Erselan Bayîz, diyar kir, li gorî mercên cîhanê, divê guhertinên pêwîst di destûra Kurdistanê de bêne kirin.

Li Hewlêr civînek berfireh di derbarê guhertin û pêwistiya destûrek ku cîhana modern re bê guncandin hate darxistin.Li gel serokê parlemento ya Kurdistanê gelek hukuknas,parlementer û aktivîstên civata sivîl amade bûn.

Bayîz da xuyakirin ku ji bo guhertina destûra Kurdistanê amdevaniyek tê kirin û ji bo wê jî pêwîste pêşdem herkesek di vê derbarê de dîtinên xwe bêje.

Destûra Kurdistanê ji 122 medeyan pêk tê.Destûr di  hema 7 salan de hatiye amade kirin û herî dawî 24-ê Tebax a 2009-ê ji aliyê parlementoyê ve hatiye qebûl kirin.

 

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: