Dosya

Naveroka peymana PDK û Komele

Teqa rêkkevtinnameyê bi vî awayî ye:

Rêketinnameya han li navbera PDK Îranê û Komeleya Şeroşgerên Zehmetkêş ên Kurdistana Îranê tê wajo kirin û niha şûn de li her cihek vê rêketinnameyê de Komele û Hizba Demokrat hatibin, merem her du rêxistin in.

Destpêk

Tevgera rizgarîxwaziya gelê kurd li Kurdistana Îranê bi salan e ku qonaxên ciyawaz ên xebata pirr ji ewraz û nişîv a xwe derbas kiriye. Berxwedana netewî, qurbanîdan û şehîdbûna bi hezaran keç û xortên fîdakar ku li pêxem selmandina şunas û mafên siyasî ên neteweya kurd de ku li serweyî hemûyan misoger kirina mafê diyarî kirina çarenivîsê ye, rastiyek haşanekirî ye.

Ji bo xebata gelê kurd li vê serdemê û li vê rewşê de, him guhertinên cuda ên cîhanê û him jî guhertinên vê dawiyê ên Rojhilata Navîn, herweha balansa zilhêzan û hevkêşeyên nû, zêdetir ji herdem delîve û derfet ji bo anîne rojeva xwastên netewî ên gelê kurd û pêdagiriya zêdetir li ser mafên wê li asta cîhanê de afirandiye.
Bahoza guhertinxwazî û demokrasîxwaziya xelkî a devera Rojhilata Navîn bihêztir û xurttir ji her demekê koşka dîktatoran ber bi hiloşînê ve pal daye. Dereng yan zû dîktatoriya Komara Îslamî jî li Îranê de, bi berdewam bûna xebata civatên xelkê û îradeya qahîm a xebatkarên riya azadiyê, tu asoyek xincî xurtbûna kirîzên tevalî ên aborî û siyasî û çûna ber bi herifîna yekcarî jêre nahê dîtin.

Opozîsyona Îranê û gurûp û aliyên neyare Komara Îslamî li derveyî welat, li du sê salên derbasbûyî de piştî serhildan û şikesta tevgera Kesk li Îranê de dewrek nû ji diyalog û rûniştina hevbeş û çalak dest pê kirine. Li vê navberê de serbarê cudahiya nêrîn û bîr û rayan, hinek jihev têgihîştinek zêdetir û nizîkbûn li gor derbasbûyî derketiye rojevê û hizra hevgirtin û şêwazek ji hewildan bo pêkanîna bereya demokrasîxwaziyê bi durûşma guhertina rejîmê zêdetir ji berê alîgir peyda kiriye.
PDK Îranê û Komeleya Şoreşgerên Zehmetkeş ên Kurdistana Îranê weke du hêzên bi ezmûn ku li vê midehê de li ser komek pirsên girîng hevkarî û karên hevbeş bi encam gihandine, li doma pêvajoya rû ji geşeya vê nizîbûn û hevkariyan de, her du alî li ser vê baweriyê ne ku li rewşek weha de, rêketin li ser komek xalên bingehîn ên hevbeş li gor naveroka vê gelaleyê de hewcehiyek înkarnekirî ye. Li rastî de ev pilatforma hevbeş, weke serekîtirîn ecîndaya siyasî li hember guhertinên vî serdemî de, eyanker û guzarişt li hevalbendiyê li navbera her du hêzan de dike.

Ev rêketinnameya hevbeş ku ji aliyê rêberiya her du partiyan ve hatiye pesend kirin, dê bingehekê ji bo karê hevbeş yê her du aliyan li warên siyasî, dîplomasî, ragihandin û …htd dabirêje. Li heman dem de bingeh e bo xebata hevbeş ji bo xurtkirina vê rêketinnameyê û misoger kirina hevkariyên zêdetir li navbera hêzên din ên mayî li Kurdistana Îranê de.

A) Binemayên giştî:

1: Her du alî li ser vê baweriyê ne ku bi bêy hiloşîna rejîma Komara Îslamî, demokrasî û mafên netewî ên gelên Îranê û bi taybet gelê kurd misoger nabin. Herweha li vê bawerê de ne ku sîstema siyasî a pêşerojê di Îranê de hewce ye sîstemek sekolar a demokratîke Federal be, lewre hewce ye her du alî li kom û civînan de bi opozîsyona Îranî û derve li ser van xalan tekezê bikin.

2: Komele û Hizba Demokrat baweriyek tewaw bi hilbijartinên azad ên siyasî ji aliyê xelkê Kurdistanê ve hene û li hilbijartinên han de bêşik sindoqên dengdanê, bi serekîtirîn çavkaniya rewatiya hemû hêzek siyasî li Kurdistanê û bi bingehek serekî a demokratîzekirina civakek azad û serbest dizanin.

3: Her du aliyan baweriyek tewaw bi cudahiya dîn ji dewletê hene û li vê bawerê de ne ku desthilata pêşeroja Kurdistanê û Yasaya Bingehîn a welat divêt li ser bingeha pirensîpên demokrasî, peymannameya cîhanî a Mafên Mirov, mafên siyasî û netewî ên xelkê Kurdistanê bihê danîn. Herweha azadiya dîn û bîr û bawerên cuda li Kurdistanê bi mafek rewa û haşanekirî ên hemû rûniştiyên Kurdistanê dizanin.

4: Her du alî pêdagiriyê li ser wekheviya tewaw a mafên jin û mêran li hemû biyavên siyasî, civakî, aborî, çandî, malbatî û htd li civakê de dikin û xwe bi parêzerê yasyaên pêşketixwazane, modern û mirovî li vê derheqê de dizanin û ji bo cihgîrkirina wê dê bixebitin.

5: Komele û Hizba demokrat xwe bi parêzerên azadiya derbirîn, azadiya nivîsîn, azadiya rojnamevaniya serbixwe, azadiya pêkanîna rêxistinên siyas, azadiya avakirina rêxistinên medenî û sinfî weke rêxistinên karkerî, jinan, xwendekarî, lawan, mamostayan û htd dizanin û piştgiriya tewaw a yasayî li civakê de lê dikin.
6: Her du alî piştgîrî û pabnedbûna xwe bi dadvaniya civakî û parastina jîngeha kurdistanê û cihgîr kirina van babetan li Yasaya Bingehîn a welat de radigehînin.
7: Her du alî pabendbûna xwe bi çareserkirina pirs û astengên siyasî ên li navbera xwe ji riya diyalog û bi awayê siyasî, ara m û bi dûr ji her terze şidet û tund û tûjiyekê tînin ziman. Herweha vê şêwazê jî li navbera hemû hêzên siyasî ên Kurdistanê bi hewce dizanin û ji bo cihgîrkirina vê pirensîpê li rûberê hemû kurdistanê dê bixebitin.

8: Hizba Demokrat û Komele, Federalîzma Netewî – Coxrafiyayî weke durûşma sereke û bernameya siyasî a xwe ji bo çareserkirina stema netewî li Kurdistanê hilbijartine û xwe bi alahilgirê vê durûşmê dizanin û karê hevbeş bona cihgîr kirina wê dikin.

9: Rêketinnameya han, pirensîba serbexweyî a siyasî, rêxistinî, dîplomasî û ragihandinî a tu yek ji van du aliyane birîndar nake, belkî hewil dide ku hevdengî û hevahengî li navbera wan de li pêxema armancên hevbeş ku li vê pilatformê de hatine, misoger bike.

B) Erkên beriya guhertinên siyasî û hiloşîna rejîmê

1: Nasandina pirsgirêk û xwastên gelê kurd li Kurdistana Îranê bi civaka navnetewî û misoger kirina piştewaniya siyasî ji bo tevgera rizgarîxwazî a gelê kurd. Bo nimûne rêxistina çalakiyên dîplomatîk ên hevbeş li asta cîhanî û serdana nawendên navnetewî bo vê meremê.

2: Beşdarîkirin yan nekirina hevbeş li gel hêzên opozîsyona Îranî bi hevahengî û şêvirmediya pêşwext û pêdagirî li ser maf û daxwaziyên xelkê Kurdistanê bi armanca bihêz kirina pêgeha kurd ji riya helwesta hevbeş li konferans û semînarên cuda û hevahengî li vê biyavê de. Tekeza her du aliyan li ser durûşma federalîzmê, weke rêçareya pirsa netewên Îranê li nav gotarên cuda ên opozîsyona Îranê û kesatiyên neyare Komara Îslamî. Bihêz kirina helwesta hevbeş û gotara pêşketinxwazane a netewî li Kongireya Netewên Îrana Federal û pasrastina wê rêxistinê û nasandina wê bi raya giştî a cîhanê. Hewildan bona darêtina siyasetek hevpar li hember opozîsyona Îranî ku derbirrê pirensîbên esasî ên tevgera millî- demokratîk a xelkê kurdistan û … be.

3: Her du alî piştewaniyê ji xebata rewa a gelê kurd li hemû parçeyên Kurdistanê de dikin û hevdem li ser vê baweriyê ne ku her terze desttêwerdaneke parçeyek ji parçeyên din, siyasetek nebaş û bi zirar e. Her li vê arasteyê de bona qahîm kirina pêwendiyan û misoger kirina pêgehek jêhattir ji bo kurdên rojhilatê û berçav girtina siyasetek hevbeş, li gor hewcehiyan, dê rûniştinên hevbeş bi hikûmeta Herêmê û hêzên siyasî li Herêma Kurdistanê encam bidin.

4: Komele û Hizba Demokrat, tebayî û yekêtiya netewî li Kurdistana Îranê û bihêzkirina hevxebatiyê li navbera hêzên siyasî ên Kurdistana Îranê bi erka ser milê xwe dizanin û ji bo vedîtina rêçareyên guncaw bi armanca jinavbirina astengên ser riya yekîtiyê dê bixebitin.

5: Her du alî hevra ne ku hevkariyên dualî li navbera xwe de xurt û bihêztir bikin. Li vê pêxemê de hevkarî li navbera organên pêwendîdar ên her du aliyan li warên ragihandin, weşandina daxuyaniyên hevbeş li ser bûyer û guhertinên siyasî ên girîng û karê hevbeş bona eşkerekirina siyasetên dijî gelî ên rejîma Komara Îslamî, yan her bizavek medenî û siyasî, bi awayekî jêhatî gavên piratîkî jêre bavêjin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Komeleya Şoreşgerên Zehmetkeş ên Kurdistana Îranê

Sekreterê Giştî Mistefa Hicrî

Sekreterê Giştî Ebdula Muhtedî

Gelawêja 1391’a Rojî
Tebaxa 2011’an a Zayînî
 

Back to top button