Nivîsar

Wateya bîranîna Barzanî ya ji alî ciwanên Qosar!

 
Di salên 1970an de, ciwanên Kurd li gelek deverê Kurdistanê û bi taybetê li Qosarê, Mustefa Barzanî, Leyla Qasim û hemû şehîdên Kurdistanê, yên mîna Şêx Seîd, Seyid Riza û Qazî Mûhemed, di bîrtanîn.

Piştî gelek salan, ev cara yekê ye ku komek ciwan, di şexsê Serokê gelê Kurd Mele Mistefa Berzanî de, dîsa şehîdên nemirên gelê Kurd di bîrtînin!

Ji bo serxwebûna Kurdistanek çar perçe yekbûyî û rizgarîya neteweya Kurd ev vejîna ronî û hêvîyek nû ye!

Ez hêvîdikim ku hûn bi rêxistin bibin û li hemû rûmetên gelê Kurd xwedî derkevin. Hûn vê rêxistinîyê li seranserê Kurdistanê belavbikin. Hûn gelê Kurd vexwendî xwedîlêderketina ziman, çand û rûmetên neteweyî bikin.

Ji 1980 û virde dewleta tirk, êrîşî hemû rûmetên civata Kurd kir. Ji bo ku civat xizan û perîşan bibe, gund şewitand, bi mîlyonan mirovên Kurd dan koçberkirin û aborîya wan talankir. Ziman, çand, dîrok û hemû hebûna Kurd înkar û qedexekir. Ciwan teşwîqî dizî, qumar, fihûş û narkotîkê kir. Durişma wan jî “Şer nekin, eşqê bikin!”

PKK jî guhneda rûmetên neteweya Kurd. Ji dêvla Kurdî, tirkî kir zimanê xwe yê resmî. Rûmet neda Ala Rengîn. Rûmet neda dîrok, tekoşîn, serok, rêber û şehîdên gelê Kurd yên berî xwe û dervî xwe. Mîna ku xwestin ew jî rastîyê bi ciwan û gel bidin ji bîrkirin. Li gorî berjewendîyên xwe şekil dan ciwanên Kurdistanê. Ya xerckirin yan pûçkirin. Wan û çand, hest û dîroka neteweyî ji hev qetandin.

Dewleta tirk bi plan û program, bi hemû hêza xwe êrîşî rêxistin û partîyên kurd kir, tev yan ji holê rakirin yan tarûmar kirin.

Kurdên ku ji welatê xwe nerevîyan û xwestin tekoşînê bidin, yan hatin girtin, yan bûn hedefa herdu hêzan, yan jî ketin bin kontrola hêzekê.

Tevgera kurd ji netewîtîya xwe derket: Kes nema guhdide çand, huner, urf û edetekî gelê kurd. Li Kurdistanê gelek kes êdî nema dixwazin bi kurdî jî bipeyivin.

Kesên ku berjewendî û rûmetên civata kurd ji wan re tu tiştî îfade nake, bi rehetî karin li ser navê civata kurd bipeyivin û bêjin “ez dewletek kurd, yekîtîya çar perçê Kurdistan naxwazim.”

Baş e, kesên ku ev sed salin ku ji bo maf û azadîya gelê kurd şehîdbûn, yên ketin zîndana û îşkence dîtin, yên bi çol û çepelan ketin, kî yê hesabê wan bide, yan kî kare li ser navê wan biryar bide!?

Ma qey kî karibe çiqas kurd bide kuştin, ewqas bêtir karin li ser navê kurdan bipeyivin û biryar bidin!? Ma yên tên kuştin ne kurd in û zarokên gelê kurd in!? Ma qey kî bibe serdestê kurdan û wan çavtirsandî bike, wê heta dawîyê ji her îmkan, hêz, ked û xwîna wan îstîfade bike!?

Rêxistin û kadirên ji salên 80 yî de mabûn, trên revandibûn, têkçûbûn yan ne amadebûn ku li gelê xwe xwedî derên, lê heta dereng nexwestin vêya qebûl bikin. Ez bawerim êdî tevan vê rastîya qebûl kirîye.

Wek zemanê me yê 70yan çiqas bên tirpankirin jî hertim potansîyelek ciwanên bi xîret û mêrxas hene ku li welatê xwe Kurdistana kevnar ya warê medenîyetê û gelê xwe yê xwedî dîrok û çanda hezar salan xwdî derên.

Ma ne bes xortino, qey roja we nehat ku hûn serî hildin, li welat û gelê xwe xwedî derên!? Ji we re ezmûn, dîrok û mîratek dewlemend ya tekoşîn û ramanê heye ku hûn jê sûdê werbigirin.

Gelek kadirên xîreta xwe hîn wenda nekirine û li bendî we ne ku mil bidin we, şîreta li we bikin yan rê li berwexin hene. Hûn çi sekinîne!? Dest bi komeletî, rêxistinî û xebatê bikin.

Ev sedsala, ji we re xwe amadekirîye û li ber lingê we raxistîye!..

 

 Xidir Ûso

 

(Netewe)

Back to top button