Serok 7ê vê mehê serokwezîr û cîgirê wî bo pêkanîna hikûmetê wezîfedar dike

 

Îro roja duşemiyê (05-03-2011) Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku, serokê herêma Kurdistanê dê roja çarşemiyê serokwezîr û cîgirê serokwezîr ji bo pêkanîna kabîneya nû wezîfedar bike.

Hisên di daxuyaniyekê de ji malpera fermî a serokatiya herêma Kurdistanê re got:

Roja çarşemiyê 07-03-2012ê serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê bi fermî Nêçîrvan Barzanî weke serokwezîr û Îmad Ehmed weke cîgirê serokwezîrê Kurdistanê ji bo pêkanîna kabîneya heftem a hikûmeta herêma Kurdistanê erkdar bike.

Piştî ku serokê Kurdistanê serokawîz û cîgirê serokwezîr ji bo pêkanîn ahikûmetê wezîfedar dike, divê serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û cîgirê serokwezîr Îmad ehmed di nava 30 rojan de kabîneya nû a hikûmeta Kurdistanê pêkbînin û ji bo baerîpêdanê pêşkeşî parlamentoya Kurdistanê bikin.

Li gor hindek çavkaniyan di nava vê heftiyê de dê Kosret Resûl Elî li parlamentoya Kurdistanê weke cîgirê serokê herêma Kurdistanê sûnda yasayî bixwe.

Weke tê zanîn di 20 meha borî de parlamentoya Kurdistanê bi tevya dengan, bêy amadebûna aliyên oposizyonê, her yek ji Nêçîrvan Barzanî bo postê serokwezîr û Îmad Ehmed weke cîgirê serokwezîrê kandîdad kiribûn.

 

Nerîna min :