Civak

Sipaskirina şîna Mele Mustefayê Hilêlîyê

Bi navê Xwedanê Dilovanê Dilovîn

Em ji hestên kûrayîya dilên xwe ve,  ji  hemî partî û rêxistinên sîyasîyên Kurdistanî  tevî rêvebir kadro û endamên  wan re;  ji kesayetîyên oldar,  rûsipîyên êl û binemalên Kurdan û Ereban re; ji Rêxistin û Komikên civatî û Komîteya Mafê Merivan re;  Ji Yekîtîya Nivîskar û Xwendevanên Kurdî Sûrîyê re;   ji Yekîtîya Parêzeran, yekîtîya Mamosteyan, Yekîtîya Rojnamevanan, yekîtya xwendevanên Kurdî li Sûrîyê re; Ji Tevgera Ciwanên Çalakvan û ji kesayetîyên welaparêz û hwd re;  yên ku bi amadebûnîya xwe ve,  bi telefonkirinan û bi mesajên xwe ve beşdarîya şîn û xemgînîya me bûne re sipasîyên xwe pêşkêş dikin.

Her weha em , ji ber helwesta wan ya giranbuha ji malperên Kurdî re  û  ji ber vekirina cîyê xwe ji şînê re jî,  ji  Komeleya KOÇ-KAKê re  sipasîyên xwe yên taybet pêşkêş dikin.

Em  hêvîdarin ku hunê timserketî û rûmetbilindbin û xwedê parêzerê we be…

Malbata Mele Mustefa Mele Îsayê Hilêlîyê

Back to top button