Hevpeyvîn

Pirsgirêkên gelê kurd ji nêz ve dişopîne

 

Kevnedîplomatê swêdî Jan Eliasson bû cîgirê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî û piştî Ban Ki-Moon dibe kesê herî bi hêz yê wê rêxistinê. Di hevpyevîneke bi Zayele re Eliasson xembarîya xwe derheqê bêdengîya cîhanê li hember doza gelê kurd de nîşan dide û diyar dike ku ew pirsgirêka gelê kurd ji nêz ve dişopîne.

Kevnedîplomatê Swêdê û wezîrê karê derve yê berê Jan Eliasson bû cîgirê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî û bi vî awayî ew di hîyerarşîya NY de dibe zilamê duyem yê xwedîxeber. Piştî Dag Hammarsköld ku di salên 1950-60î de sekreteriya giştî ya NY kiribû ev meqamê herî bilind e ku swêdîyek di vê rêxistina cîhanî de werdigire.

Eliasson li dor sîyaseta derve ya Swêdê derbarê Sûrî û Îranê de dibêje:

– Nîşandana piştgirîyê ji bo hêzên ku demokrasî û mafên mirovan dixwazin pir girîng e. Di hin qadan de Swêd vêya dike lê li carna kêmasî hene û Swêd dikare bêhtir bixebite. Bes, sîyaset herdem wiha ye. Bendewarîya sereke ya gelê Swêdê ji hukûmeta Swêdê piştgirîya demokrasî û mafê mirovan e.

Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-Moon dibêje sedema ku Eliasson bûye cîgir ew e ku ji bilî ku Eliasson wezîrtiya derve ya Swêdê kiriye û demekê serokê civata giştî ya NY bû, tecrûbeyek Eliasson ya gelek berfireh di nakokîyên cîhanê de heye. Bi van gotinan Ban Ki-Moon balê dikişîne ser ezmûna Jan Eliasson ya di nakokîyên cîhanê de.

Jan Eliasson yek ji siyasetmedarên Swêdê yê herî kevn e û di hikûmetên Sosyaldemokrat de wî di asta bilind de wezîfe wergirtine. Hîna di salên 70, 80î de ew yek ji kesên herî nêzîk yê Olof Palme bû. Di şerê navbera Iran û Iraqê de ku Palme ji bo rawestandina şer ji aliyê NY ve wek navbeynkar hatibû hilbijartin de Jan Eliasson şêwirmendê Palme bû.

Di salên 90î de jî di şerê navbera Ermenîstan û Azerbeycanê de Jan Eliasson navcîtî kir û li ser destê wî şer hat rawestandin. Û xuya ye bi vê erka nû di nav NY de ev rolê Eliasson wê berdewam be.

Cîhan bi giştî û nexasim Rojhilata Navîn bi lezûbez tê guhertin û dikeve çerxek nû de. Rejimên gelek dewletan di van du salên dawî de rûxiyan e û halê hazir li Sûrî şoreşek berdewam e. Dewleta Tirkî jî hem cîranê Sûrî hem yê Îranê ye lê di nav xwe bi xwe de pirsgirêka bi kurdan re çareser nekiriye. Berovajî çareseriyê di van demên dawî de li Tirkî rewş alozitr bûye. Bi taybetî di warê xweîfadekirina azad û mafê gelê kurd de, bi sedan siyasetmedar û rojnamevan hatine girtin. Elîasson eşkere dike ku hêvîyên ewrûpiyan bi hukûmeta AK Partîyê mezin bûn lê bi van bûyerên dawî re niha ew bi fikar in:

– Divê pêvajo bi awayek endîşe bê şopandin. Hêvîyên mezin hebûn û niha jî hene ku Tirkî dewreke mezin û baş bilîze û heta deverekê di sîyaseta Sûrî de vî rolî dilîze jî. Lê helbet di heman demê de divê Tirkî di nava xwe de rêzê ji mafê mirovan re bigre. Ez pir bi baldarî pirsgirêkên gelê kurd li Tirkî dişopînim.

Digel vê fikar û endîşeya sîyasetmedarên cîhanî yên wek Jan Eliasson jî, li Swêdê û di raya giştî ya navnetewî de derheqê pirsa kurdî de bêdengîyek heye. Gelo Jan Eliasson vê bêdengîyê bi çi ve girê dide?

– Bi min balkêşiyek mezin ji bo pirsa kurd heye, lê rojeva cîhanê ewqas liserhev û întensîv e ku dihêle gotûbêjên li gelek welatan navxweyî bimînin. Û pirsgirêkên Tirkî di gotûbêjên navnetewî de li paş dimînin. Lê bi raya min divê em bêhtir baldarîyê bidin ser Tirkî û têkiliyên YE bi Tirkî re. 

Li ser têkilîyên navbera Tirkî û Yekêtiya Ewropa (YE) jî Eliasson bi dibêje:

– Ez bawerim divê deriyê YE ji bo Tirkî vekirîbin ji bo ku Tirkî bikaribe bibe beşek ji YE, helbet eger ji hêla wan bi xwe ve ev xwestek hebe. Lê di heman demê de divê doz li Tirkî bê kirin da ew bi temamî rêzê ji mafê mirovan re bigre. Ev pêvajo divê bi baldarî bê şopandin. Lê mixabin û ez bi xwe jî xemgîn im ku gelek pirsên navnetewî ji ber sedema bûyerên din winda dibin. Pirsa kurd jî yek ji wan e.

 

Beşîr Kavak/zayele

Gudarî hevpeyvînê bike

Lyssna: Jan Eliasson li ser pirsa kurdî

 

Back to top button