Birand: Wê AKP cardin bi PKK’ê re rûne

Nivîskar û rojnamevanê Tirkiyê yê navdar Mehmed Ali Birand diyar kir ku wê partiya deshilatdar a Tirkiyê AKP, di dawiya dawiyê de MİT’ê bikarbêne û ji bo dawî li şer bê ligel PKK’ê li ser mêzeyê rûne.

Nivîskar û rojnamevanê Tirkiyê yê navdar Mehmet Ali Birand di hevpeyvînek ligel rojnameya Taraf a Tirkiyê de daxuyaniyên giring da. Birand li ser hevdîtinên navbera PKK û MİT’ê de jî got, wê di dawiyê de carekî din hevdîtin dest pê bikin.

Birand derbarê projeyên AKP’ê de jî ev tespît kir û got, plana AKP’ê ya despêkê ev bû; “Ezê bandora leşkeran a li ser siyasetê bişkênim, bandora darazê bişkînim û polîsan bigrim aliyê xwe. Planên xwe yên li ser leşker û polîsan temam kirin. Tenê xalek maye ku serneketine, ew jî daraz e. Em îro nikarin bêjin, AKP bi temamî kontrola darazê dike, mirov qet  nikare vê yekê bêje; ji ber bûyerên wisan diqewimin ku tam faturaya bûyerên li dijî AKP’ê ne.”

Mehmet Ali Birand li ser pirsa ger AKP’ê ev yek kir, wê piştre çi çêbibe? jî got: “Ger mirov demokrasiya AKP’ê bêxe jêr lêpirsînê, AKP qasî ku polîtikaya xwe pêkbîne, pir nêzî demokrasiyê ye. AKP bi helwestek ku pêşî li demokrasiyê veke, hat. Lê di demên dawiyê de di mijara demokrasiyê de, bi nêzîkatiyek ‘Eh! Evqas demokrasî bese, ji vê zêdetir demokrasî ji tendirûstiyê re bi zerere’ hat niximandin. Ev min matmayî dihêle. Ger mirov niha rewşa ku CHP di nav de ye bifikire, di rastiya xwe de ji bo pêşvebirina demokrasiyê ti tiştek nîne ku xwe bide paş. Ez vê yekê di pirsa Kurd de jî dibînim. Ez AKP’ê wekî berê di demên leşkerî de, tenê bi rêya çekan pirsê çareser bikim nabînim.”

Niha AKP di nava pêvajoyeke tektîkê de ye

Nivîskar Mehmet Ali Birand derbarê hevdîtinên navbera PKK û MİT’ê de jî dibêje: “Niha AKP di nava pêvajoyeke tektîkê de ye. AKP pêvajoya niha, ji mûzakereyan dûrketiye û ketiye ser rêya ku PKK’ê bi çekan biqedîne; lê ez tevlî vê yekê nabim. Di dawiya dawiyê de AKP, wê MİT’ê jî bikarbêne û li ser mêzê rûne. Di rewşek ku ne rûne de, ezê hîs bikim ku ketime şaşitiyê, lê ez bawer nakim ku di vê mijarê de bikevim şaşiyan. Ez bawer nakim ku AKP pirsa kurd bi vê hêzê çareser bike, ji ber tenê AKP dikare bi tena serê xwe di hilbijartinekî din de bibe deshilatdar. Di demên pêş de hikûmetên koalisyonê tên dîtin û bi hikûmetên koalîsyonê çareserkirina van pirsgirêkan, ne mimkune.” (Rudaw)

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: