Civak

Wan hîn li ser piyan e

Li Wanê gel bi girseyî protestoyên xwe yên hemberî operasyonan bênavber didomîne. Li Wanê 7ê Hezîranê li dijî Şaredarên Wan û navçeyan polîsan operasyon lidarxistibûn û pirraniyên wan şaredar, gellek kes girtibûn binçavan. Piştî îfade girtinê derxistibûn dadgehê û  Şaredarê Wanê Bekir Kaya û 3 kesên din girtibûn. 

Îro jî li Wanê protesto hebûn. Şaredarê Wanê Bekir Kaya, ji girtîgehê peyamek şand û îfade kir ku, wek operasyonên din, ti bingeha meşru a hiquqî a ev operasyonana tineye. Ku çawa operasyonên din nikaribû îradeya gelê me bişkîne, ev jî nikare sekna me şûnda bixîne.

Bi hezaran kes kom bûn û heta pêş şaredariyê meşiyan. Di nav girseya protestoyê de parlementerên BDPê Ozdak Uçer, Nazmî Gur jî hebûn. Di çalakiyê de parlementer Ozdal Uçer axifî û got, heta Kurdek jî bimîne têkoşîna me wê dewam bike. 

Back to top button