Serok Barzanî: Xebat ji bona guhertina Malikî berdewam e
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, li ser malpera xwe ya Facebookê, behsa wergirtina baeriyê ji serokwezîrê Îraqê dike û diblje ku, xebatên hêzên siysasî ji bona guhertina serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî berdewam in.
Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje ku, ji bo wergirtina baeriyê ji Malikî nameya serokomarê Îraqê û îmzaya 170 parlamenteran li ber deste.Herwesa serokê Kurdistanê balê dişîne ser meseleya demokrasiyê û dibêje:
– Eger pirsa demokrasiyê li Îraqê bi dirustî bê çaresekirin, pirsên herêma Kurdistanê jî çareser dibin.
Serok Barzanî li ser malpera xwe ya Facebookê dinivîse ku, eger pirsa demokrasiyê li Îraqê çareser nebe, hîngê gelê kurd dê hindek pêngavên din pavêje.
Ev li jêr teksta peyama serokê Kurdistanê:
Xebatên hêzên siyasiyên îraqê ji bona ku, li gor destûrê Malikî bigeherin, berdewam in. Nameya serokomar û îmzaya 170 parlamenteran li ber deste. Ew hêzên îraqî yên ku dixwazin rê li pêşiya diktatoriyê bigirin, em bi hemû îmaknên xwe piştgiriya wan hêzan dikin. Eger pirsa demokrasiyê li Îraqê bi dirustî bê çaresekirin, pirsên herêma Kurdistanê jî çareser dibin. Lê egr pirsa demokrasiyê li Îraqê neyê çareserkirin, her weke min beriya niha jî balkişand bû, hîngê em mecbûr in rêyên din hilbijêrin. Em bi tu awayî li ser maf û pêşeroja gelê xwe paşdenakişin.