Polîtîk

Serok Barzanî taxima Kurdistanê pîroz kir

Bi minasebeta serkeftina taxima Kurdistanê a fûtbolê û bidestveanîna naznavê şampiyoniya cihanî a VIVAyê, serokê Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê pêşkeşê kurdistaniyan kir: 

 

 Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi minasebeta serkeftina taxima Kurdistanê a fûtbolê û bidestveanîna naznavê şampiyoniya cihanî a VIVAyê, germtirîn pîrozbahiyan pêşkêşî serok û komîteya birêvebira Yekîtiya Navenda Fûtbola Kurdistanê,  rahêner û yek bi yek hemû lîstikvanên hilbijardeyê û tevahiya kurdistaniyan dikim.

Ev serkeftina tîma fûtbolê a  Kurdistanê serkeftinekî dîrokiya mezine, neku her ji bo herêma Kurdistanê belku ji bo tevahiya kurdistaniyan ku pêwîste em hemû şanaziyê pê bikîn û ji bo wan hêviya berev pêşveçûnên zêdetir bixwazîn. 

Di vê serdemê da werzîş rolekî berbiçav di bilindkirina navûdengê Herêmê de dibîne, ji bo wê yekê, em  bi hemû şiyaneke xwe ve piştevaniyê li berevpêşbirina taxima Kurdistanê û tevahiya beşên werzîşî dikîn da ku, li ser destên werzîşvanên Kurdistanê û di hemû warên werzîşî da serkeftinên zêdetir bêne tomar kirin.

 

Li gel rêz û xweşdiviyên min 

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

11/06/2012

Back to top button