Bayik: Ne çek berdan em ê têkoşînê bilind bikin

Di rêya çareserkirina pirsgirêka Kurd de, li Tirkiyê ji her aliyan daxuyaniyên wek bersivên hev tên. Çend rojan berê, Cîgirê Serokwezîr Beşir Atalay daxuyandibû ku, wana li ser çek berdana PKKê dixebitin. Di vê mijarê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî jî di dewrê de ye. Heta diyar kiribû ku, Amerîka jî di nav pêvajoyê de cih digre.
Ji Endamê Konseya Rêvebir a KCKê Cemîl Bayik bersivek hat. Bayik diyar dike ku, armanca hevdîtina CHP û AKPê ne pirsgirêk çareserkirine, ew dixwazin me biewiqînin. Dîsa Bayik, di derbarê çend mijarên di rojevê de jî wiha dibêje, dersên bijarte ji bo Kurdî, nixumandina siyaseta asîmulasyonê ye. Her roj operasyon tên lidarxistin û ji aliyê din jî qala çek berdanê dikin. Gotinên Atalay xizmeta şerê psîkolojîk dike. Di vê qonaxê de ne çek berdan, heta em karin em ê têkoşînê bilind bikin.
Dîsa di çapemeniyê de cih girt ku, serokomarê Iraqê Celal Talabanî, ji bo çareseriyê bi PKKê re hevdîtinan dike.