Civak

Li Colemêrgê 16, li Bazidê 12 binçavkirin

Li Tirkiyê operasyonên li dijî BDP, saziyên sivîl, komele û şaredariyan bêrawestandin didomin. Li Colemêrgê 16 kes, ku di nav de nûnerên Meya Derê û endamên meclîsê û nûçegihanê ajansa nûçeyan a Dîcleyê jî hene, bi operasyoneke nîvê şevê hatine girtin. Polîsan nîvê şeva îro, bi serdagirtinên malan yên navnîşanên cuda gellek kes xistine bin çavan.  

Dîsa, li navçeya Agirîyê, li Bazidê jî polîsan operasyonên serdagirtinê pêk anîn û 12 kes girtine binçavan. 

Back to top button