Kultur

Çapemeniya Tirk Şampîyoniya Kurdistanê nedît

 

Di dîroka Kurd û Kurdistanê de cara yekem, tîmê futbolê yê Kurdistanê di organîzasyonekê de lîst û bû şampiyon.  Di destpêka turnuvayê de heta pêşbirka fînalê, tîmê Kurdistanê di pêşbirkan de serkeftinên balkş bidestxistin. Ji wan yek jê pêşbirka Sehara Rojava bû ku 6 û 0 serket, lê qet bala çapemeniya Tirk nekişand. Ne di televizyonên xwe de ne jî di rojname û ajansan de navê Kudistanê derbas nekirin. 

Pêşbirka fînalê, di navbera Qibrisa Bakur, yanê dewleteke ku bi yawru watan yanê welatê çêlik tê bi navkirin re lîst lê dîsa jî nebû nûçe. Ger Qibrisa Bakur bi tîmekî din, welatekî din re bilîsta, di hemû malper, rojname, televizyon û ajansa de wê bi caran nûçeya wê çêkirana lê çima ku reqîp tîma Kurdistanê bû, behsa Qibrisê jî nekirin, çimkî ger qalê bikin lazime navê Kurdistanê jî bînine ser ziman. 

Tê zanîn, her çiqas 3 hezar şîrketên Tirkiyê li Kurdistanê kara bikin jî, di navbera Tirkiye û Kurdistanê de îtifaket hebe jî, navê Kurdistanê nadine ser zimanên xwe, ji bo wan “Iraqa Bakur” e.     

 

 

Back to top button