Konfransa pirojeyên Kurdistanê

Duhî roja duşemiyê (11.06.2012), li bajarê Hewlêrê, bi amadebûna Felah Mistefa berprisê têkelitên derve yê hikûmeta Kurdistanê, Newzad Hadî waliyê Hewlêrê, Newroz Mewulud rêvebirê konseya berhamanînê , nûnerên wezareta pilandananê, wezareta şaredarî û tûrîzmê, wezareta samanên xwezayî û nûnerên zêdetir ji 120 kompaniyên biyanî ji Ewropa û Rojhilta Navîn, konfrensa pirojeyên herêma Kurdistanê dest bi kar û çalakiyên wxe kir.
Ev konfrens ji aliyê fermangeha têkeliyên derve a hikûmeta herêma Kurdistanê bi alîkariya civata wîlaeya Hewlêrê û rêxistina Rojhilata Navîn bo pêşdebirina bazirganiyê (MEED) hatiye amade kirinse. Armanc ji vê konfresê ewe ku, sermayedar û bazirganîn biyanî bazarê herêma Kurdistanî binasin û stratejîyeke minasib ji bo dîtian derfet û encamdan apirojeyên mezin bê danan.
Di destpêka konfrensê de, rêvebirê saziya MEED peyvek pêşkeş kir û wî di peyva xwe de behsa girigniya sazkirina konfrensê kir û got:
– Ev yekemîn care li sera sta Îraqê konfrenseke bi vî awayî tê saz kirin. Ev konfrens dê ji bo kompaniyên beşdar ku ji nêzîk haydarî rewşa bazarê herêma Kurdistanê û hemû warên din yên aborê, berhemanîn û defetên karî bibin, defetek gelek başe.
Piştre Newzad Hadî waliyê Hewlêrê peyvek xwand û wî di axavtina xwe de behsa aramiya rewşa herêma Kurdistanê kir îşaret bi wan pirojeyên giring yên ku, li jêr sîbera qanûna sermayerazandinê ji aliyê hijmareke kompaniyên biyanî tên encamdan, kir û got:
– Ji bo wan sermayedar û kompaniyên dixwazin li herêma Kurdistanê beşdariyê di pirosesa avadankirin û berhemanînê de bikin, derfetên gelek baş û minasib hene.
Di konfrensa pirojeyên herêma Kurdistanê de, Felah Mistefa berprisê fermangeha têkeliyên derve di peyvekê de behsa siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê a di warê berfirehkirina têkeliyan bi cîhana derve re kir. Di vê çarçoveyê de, Mistefa behsa pêşxistina sektora enerjiyê di çarçoveyê destûra Îraqa federal û ew destkeftiyên herêma Kurdistanê di wî warîde bidestxistine kir.
Berprisê peywendiyên derve behsa giringiya warê çandinê, tûrîzmê û geşkirina infrastruktura aboriya Kurdistanê kir û got ku, ji bo hatina kompaniyên biyanî deriyê herêma Kurdistanê vekirîne.
Konfrensa pirojeyên herêma Kurdistanê dê du rojan berdewam be.