Dewlet arşîvên berî 50 salî vedike
Arşîva dewletê a ku 50 sale ji aliyê Ewlehiyê ve hatiye veşartin, eşkere dibe. Ewlehiyê, arşîva xwe a ser 50 salî re dewra Gerînendeya Giştî a Arşîva Dewletê kir. Di arşîva dewletê de, di derbarê pirr kesên kuştina wan, gora wan, belgeyên wan de êdî raya giştî wê karibe agahdar be. Di arşîva polîsan a berî ji salên1963 an de Nazim Hîkmet, Sabahattin Alî, Şêx Saîd, Saîd Nursî(kurdî) û belgeyên komkujiya Dêrsimê jî hene. Arşîv ji 250 mîlyon belgeyî pêk tê. Ew jî qasî 500 hezar dosya ye.
Di arşîvan de, helbestvanê navdar Nazim Hîkmetê ku temenê xwe, di girtîgehan de derbas kiriye û dûra çûye Moskovayê û di sala 1963 an de jiyana xwe ji dest daye jî heye. Dîsa, rojnamevan, nivîskar û helbestvanên wek Sabahattin Alî, ku ji aliyê MÎTê ve hatiye kuştin û Peyamî Safa jî di dosyan de cih digrin.
Di serî de serhildana Şêx Saîd û di derbarê hemû serhildanên Kurdan de dosyayên polîsan di nav ev arşîvan de ne. Di nav dosyayên ku hatine dewir kirin de, dosyaya Saîd Nursî jî heye. Saîd Nursî, di sala 1960 î de, li Rihayê wefat kiribû û cuntaya 27ê Gulanê gora wî li Rihayê girtibûn û biribû dereke nayê zanîn. Tê meraq kirin ku, ka di nav dosyayan de şûna gora Saîd Nursî wê derê an na.