Wahşeta rejîma Sûrîyê mudaxeleyek eskerî dixwazê
Wahşeta rejîma Sûrîyê mudaxeleyek eskerî dixwazê
Her dîtin û teorîya mafnenasî, zalimî û dîktatorî, praktîka wê teorîyê jî bi xwe re amade dikê û li ser mirovan pêk tînê. Ji çil salî gelektire ku rejîma Baasîyan li Sûrîyê xwedîyê toerîyek nasyonalîstî û pragmatîkî ye. Teorîya nasyonalîzmê, di pirktîkê de li dezgeha prakmatîzmê de rola xwe bêtir bi cih tînê. Di dawîyê de pragmatîzim dibê dezgeha herî girîng ji bo birêvebirina desthilatdarên wê rejîmê. Ew dezgeha ku pirakmatîzmê di hundurê xwe de bi form û yaseyî dikê, ji bal mafnenasên birêvebirên wê rejîma piragmatîkî ve dibê bahwerîya herî pîroz û bilind.
Rejîma ku li ser bingeha piragmatîzmê bê avakirin, di hundurê xwe de û li gor berfirehîyan, gurûpekê li gor fêde û berjewendîyên desteya herî bilind di wê rejîmê de afirînê. Sîstema perwerdeyî, ji bo parastina fedeya vê desteya bilind gelekî girîng e. Ji ber ku di temenê çar heta şeş salîyan de zarok bi wê perwerdaya ku berjewendîya desteya herî bilind diparêzê tên perwerdekirin. Nifş bi nifş bi wê perwedeyê perwerde dibin. 48 salên rejîma Sûrîyê ye ku bi vê teorî û piraktîka piragmatîkî, hino hino ber bi berjewendîya gurûpî û ber bi jor de heta fêdeya şexsî û tabûkirina wî kesî ve hilkişîya ye.
Avakirina artêşê jî li ser vê berjewendîyê û bi mahnên paraztina xaka welat li dijî êrîşên derve pêk tê. Lê esas artêş di rejîm wisa de ji bo mal, milk, zêr û pereyên ku rejîmê bi zorê û bi rêyên neyaseyî bi dest xwe xistinin biparêzê hatîye avakirin. Her wekî ku îro jî û doh jî vê rejîmê bi vê artêşa ku ji bo berjewendîyên xwe biparêzê ava kirîye, tê xuyayîkirin bê di hundurê xwe de çi qirkirinê bi serê xelkê wî welatî tînê.
Aparatek îstîxbaratê jî ava kirîye ku di her malbatek ji xelkê wî welatî bi kêmanê casûsekî xwe têde bicih kirîye. Bi pêwana vê aparata îstîxbaratê, çi li ku û di kîja malê de, kî çi bêjê zanê û li gor wê, rejîma xwe xurt dikê û bi xurtî diparêzê. Rêjîmên ku bi vê formê tên avakirin, ji tirsa kirinên xwe ên xerab û zalîmîya xwe, neçar dimînin ku her awayê dîktatorîyê, tahdeyê, zîndankirinê, kuştinê û qirqirinê bikar bînin. Gelek caran, bahwerîya wan bi artêşa ku wan bi xwe ava kirîye jî nayê û di bere artêşekê taybetî bi pereyan ava dikin û bi xwe û malbata xwe ve girêdidin ji bo ku kesên malbatê û bi taybetî jî kesê ku bûye tabû û zîyaret, bê parêztin.
Serîhildana xelkê li Sûrîyê, serîhildanek ku xelk xwe tavêjê kuştinê. Xelkê, azadîya xwe bi serîhildana xwe û li gazînan bidestxwe xistîye. Xelk nema vê azadîya ku bidest xwe xistîye, ji dest xwe berdidê. Xelk gihaye têgihiştinekê gelekî bilind û rast ku bihayê azadîyê di rejîmek piragmatîkî û dîktatorîyê de xwe gorîkirin e. Rejîma Esedan, dîktatorîya herî zalim e. Berê jî xuyabû û niha hê ruhnî û zelaltir bû ku bê çiqas tahde li xelkê Sûrîyê û bi taybetî jî li kurdên binîyaxetê hatîye kirin.
Rejîma Sûrîyê nikarê heta, heta bi metotên ku xelkê bikujê û qir bikê berdewam bibê. Dem hatîye ku Amerîka, YE û FN rêyekê ji bo bidawîanîna vê rejîmê bibînê. Heta niha welatên ereban bêdeng û bê helwest bûn. Yeka, yeka helwesta ereban jî dîyar û zelal dibê. Ev jî rê ji Amerîkayê re vedikê û helwesta Çînê û Rusyayê jî berbi helwesta Amerîka de didahfînê. Çen alternatîvên ji bo mudaxeleyek eskerî ku merev kanê bêjê mumkunin evin: Mudaxeleyek eskerî bi rêya artêşa Tirkîyê. Bazên eskerî ên Amerîkayê ku li Tirkîyê û li hinek welatê erebî henin bikar bên. Artêşek ji xelkê bê avakirin û li dijî rejîma Sûrîyê, şer bê lidarxistin. Dema mudaxeleya eskerî hatîye û derbas jî bûye.
Felemez Akad
2001 08 10 Swêd