Kultur

Eşkere bû ku Berhem Salih li pişt NRT ye

Razpress di nûçeyeke xwe de eşkere dike ku serokê hikûmeta herêma Kurdistanê li pişt NRT TVê (Naliya TV) ye  û ji aliyê wî ve tê fînanse kirin.
Di meha sibata îsal de, rojekê piştî destpêkirina xwepêşandanan li bajraê Silêmaniyê (17.02.2011)  Naliya TV dest bi weşana xwe kir û bi awayekî zîndî xwepêşandan weşandin. Lê her hîngê naliya TV ji aliyê grupek çekdar ve hat şewitandin û bi milyonan zirar giha avahî û amêrên wê TVyê.

Berî çend rojekan careke din NRT dest bi weşana xwe kir ve û xwe weke TVyek serbixwe û bêalî daye nas kirin. Gelek minaqeşe tê kirin ka gelo kî li pişt Naliya TVê ye û çewa tê finance kirin.

Razpress di nûçeyeke xwe de dinivîse ku çavkaniyek taybet û bawerpêkirî ji Raspress re eşkere kiriye ku Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê li pişt Naliya TVê ye û ew wê finance dike.

Razpress dinivîse ku Berhem Salih ji Banka Kurdistan ya navdewletî- liqa Beqdayê mehane bi milyonan dolar budceya kenalê asmanî yê Naliya TV dide.

Nûçeya Razpress:
http://www.razpress.net/news-details.php?id=1190

Back to top button