Nabe Kurdistan bibe sedema alozî û nexweşiya
Di hevpeyvînekî de bi Rojnameya Elşerq Elewset ya Londonê re Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî çendîn mêjar û babetên girîng şîrove kiriye.
Nêçîrvan Barzanî di destpêka hevpeyvîna han de diyar kiriye ku, Kurdistan helwesta xwe a li hember mayîn anjî nemana hêzên Amerîkayê yên li Îraqê de bi awayekî eşkere diyar kiriye û ragihandiye ku, bi mebesta parastina prosesa demokrasî ya li Îraqê ya ku, çend sale Gelên Îraqê ji bo vê qorbanî dane pêdeviya xwe bi mayîna hêzên Amerîkayêye.
Nêçîrvan Barzanî ragihandiye ku, Serkirdayetiya Kurdistanê weke beşek ji Îraqê nêzî meseleya mayîn anjî nemana hêzên Amerîkayê yên li Îraqê debe û Kurdistanê helwesta xwe ya di vê derbarê de eşkere kiriye û bi awayekî eşkere gotiye ku, hîn jî Îraq pêdeviya xwe bi mayîna hêzên Amerîkayê ye, lê ev yek ku, qaşo Serok Barzanî daxwaza mayîna beşek ji wan hêzên han li Kurdistanê kiribe tişteke dûr ji rastî û bê esase ji ber ku, Serkirdayetiya Kurdistanê di vê derbarê de di çarçoweya giftûgoyên xwe yên bi aliyên siyasî yên Îraqê re tevdigere.
Cîgirê Serokê partiya demokrata Kurdistanê di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kiriye ku, di derbarê mayîn anjî nemana hêzên Amerîkayê yên li Îraqê de Serokatiya siyasî ya Kurdistanê tenê bi serê xwe biryar nade û di vê derbarê de tişta esas fikr û hizra hevbeş ya tevahiya aliyên siyasî yên Îraqê ye û Kurdistan jî ji vê yek dengiya han der nakeve.
Di derbarê meseleya amade bûna hêzên Amerîkayê ji bo belav bûn li ser Sînurên Kurdistanê û parastina ev Sînurên han ji topbarana Artêşa Îranê de jî Barzanî diyar kiriye ku, bi rastî topbaran kirina Deverên Sînur yên Kurdistanê ji aliyê Artêşa Îranê ve bandoreke gelek nebaş li ser jiyana welatiyên wan Deveran kiriye. Bila em rastbîn bibin û rastiya meseleyan bi başî fêm bikin, Kurdistana hertim girêdayî bi vê esasê bûye ku, nabe bi ti awayî axa Kurdistanê ji bo aloz kirina rewşa Cîranên Kurdistanê werê bikaranîn, di demên derbasbûyî de jî me ev yek îsbat kir ku, Kurdistan sedema aramî û ewlekariye li Deverê ne jî sedema alozî û nexweşiyan.
Cîgirê Serokê partiya demokrata Kurdistanê di derbarê rewşa ewlekarî ya Deverên veqetiyayî de jî diyar kiriye ku, li her dû Deverên Sediye û Celewlayê de gefên Terorîstan li ser welatiyên Kurd yên wan Deveran dom dikin, kêşeya sereke û rastîn ya wan Deveran jî nebûna îradeyeke rastîn û diyar nebûna çawetiya çareser kirina kêşeyên han ji aliyê Hikûmeta fedral a Îraqê ve ye. Girîng eve ku, îradeyeke bihêz û rastîn ya aliyên Îraqî û Hikûmeta fedral ji bo çareser kirina kêşeyên hilwastî yên li Deverên veqetiyayî de derbikeve holê daku, bi vê awayî bikaribin nimûneyeke zindî û bihêz ya bihevre jiyana tevahiya pêkhatên olî û etnîkî yên Îraqê pêşkêş bikin.
Di berdewamiya hevpeyvîna han de Nêçîrvan Barzanî di derbarê rewşa ewlekarî ya Deverên Sediye û Celewlayê de jî diyar kiriye ku, eger rewşa han her bi vê rengî bimîne vê demê Serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê her pêngaveke pêwîst ji bo parastina canê welatiyên wan Deveran davêje.
Di derbarê birê kirina hêzên pêşmerge ji bo Deverên han Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku, niha em hewl didin bi rêya diyalog û danûstandina nîştimanî ev kêşeyên han çareser bikin û ji bo vê yekê jî her dû Wezaretên Navxwe û Pêşmerge nameyek pêşkêşî Hikûmeta fedral kirine û daxwaza civîneke bilez a civata ewlekariya wezarî û her dû Wezaretên navxwe û ewlekarî ya Hikûmeta fedral kirine.
Barzanî diyar kir ku, ev civîna han taybet dibe bi meseleya gefên terorîstan yên li ser welatiyên Kurd ên li Sediye û Celewlayê û em li benda encamên ev civîna hanin, lê eger ku, rewşa han her weke xwe bimîne vê demê Serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê her cure pêngaveke pêwîst ji bo parastina canê welatiyên wan Deveran davêje.(KTV)