Fermana girtina serokcaşan hat dan
Cîgirê wezareta navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistanê eşkere kir ku ji bo girtina hemû serokcaşên kurd yên ku destê wan di êrîşên enfalan û qirkirina kurdan de heye fermana girtinê ji dadgehê derketiye û ”dê divan rojên nêzîk de dest bi girtina wan bê kiri.”
Fayeq Tufîq cîgirê wezîrê navxwe yê hikûmeta Kurdistanê ji NRTê re got ku beriya nuha bi heftiyekê jî dadgeha herêma Kurdistanê fermana girtina hemû serokcaşên kurd derketiye û wezareta navxwe ya herêma Kurdistanê dê di demek nêzîk de biryara dadgehê cîbicî bike û dê dest bi girtina wan serokcaşên herêma Kurdistanê bê kirin.
Tufîq got:
– Biryara girtina 258 serokcaşan ji dadgehê derketiye û hemû nawendên polîsên Kurdistanê hatine agadar kirin ku dest bi cîbicîkirina biryara dadgehê bikin û wan “misteşaran” bigirin.
– Hemû deriyên sînorî û firokexaneyên Kurdistanê hatine agadar kirin ku her serokcaşekê hewil bide bireve rê lê bê girtin. Her serokcaşekê bireve derve jî dê polîsê interpol bê agadarkirin daku li derve bê girtin.
Weke tê zanîn dadgeha bala ya tawanan ya Îraqê di sala 2008ê de biryara girtina 258 serokcaşên kurd der kir bû. Lê heta nuha ew biryar ji aliyê herêma Kurdistanê ve nahetiye bicîkirin. Lê piştî li herêma Kurdistanê, ji bona girtina serokcaşan gelek kampaniya û gelek nerazîbûn ji aliyê xelkê û bi taybetî ji aliyê malbatên anfalkiryan ve çê bû, êdî hikûmeta Kurdistanê jî mecbûr bû vê biryarê bide.