Polîtîk

PDK û YNK dê serdana YÎK bike

Li gora nûçeya AKnews,hat zanîn, şandeke hevpar a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dê vê heftiyê serdana Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (YÎK) bikin ji bo destpêkirina civînên navbera desthilat û opozisyonê.

Endamê Polîtburoya YÎK Mihemed Ferec, îro, ji AKnewsê re daxuyand ku vê heftiyê, dê şandeke hevpar a PDK û YNK serdana YÎK wek aliyekî opozisyonê li Herêma Kurdistanê, bikin.

Ferec aşkere kir ku ew şand pêk tê ji endamê Polîtburoya PDK Mehmûd Mihemed û endamê Polîtburoya YNK Sadî pîre.

Ferec got jî, “PDK û YNK daxwaz ji YÎK kirine serdana wan bikin, em nizanin ew ê çi ji me re bêjin, lê gotûbêj dê li ser diyarkirina mîkanîzmên destpêkirina civînên pêncalî yên navbera desthilar û opozisyonê bin.”

Ji bal xwe ve, endamê Polîtburoya YNK Sadî Pîre ji AKnewsê re got, “Ez yek ji endamê wê şanda ku serdana aliyên opozisyonê dike, lê min biryar daye ku bi ti awayekî daxuyaniyan li ser naveroka serdanan nedim.”

Li gorî zanyariyên AKnewsê, biryar e sibê ew serdan pêk were.

Civîna pêncalî ya navbera desthilat (PDK û YNK) û opozisyonê (Goran, YÎK û Komeleya Îslamî ya Kurdistanê) piştî bûyerên 17ê sibatê li Silêmanî û derdora wê, pêk hatin, û di 4ê hezîrana borî de, yekemîn civîn birêve çû.

Di 8, 22 û 27ê hezîranê de, civînên 1, 2 û 3yê navbera her du aliyan li avahiya Parlamentoya Kurdistanê pêk hatin, lê 11ê tîrmeha borî, opozisyonê di daxuyaniyekê de, rawestandina civînên pênc alî heta ku daxwazên wan pêk werin, ragihand.

Back to top button