Kujerên taybet têne girtin
Li Tirkiye 6 endamîn hêzên taybet hatin girtin.Piştî polisê hêzên taybet û tawanbarê doza Susurluk Ayhan Çarkin hatî girtin û li xwe mikur hatî, gelek kuştinên di sala 1994-ê jî hatîn kirin ronî bûn. Ayhan Çakir vê care behsa kuştina çar kesan li Enkerê kir û navîn kujerên wan da.
Sala 1994-ê mufetişê wezareta tenduristiyê Namik Erdogan, berpirsê daîra nifus a Altindag Mecit Baskin, serokê DEP-ê yê Enqere Faik Candan û parêzer Yusuf Ekincî ji aliyê hêzên tarî ve hatibûn kuştin û heta niha ti şopa kujerên wan tunebû. Piştî li xwemikurhatina Ayhan Çakir 6 polisên hêzên taybet hatin binçav kirin û îro wê dozerê ku xwedî desthilatên tabet di vê derbarê de êfada van 6 polisan bigire.
Doh polisan bi operasyonekî polisên hêzên taybet yên berê Ayhan Akça, Zeki Bandirmacioglu, Seyfettin Lap, Yusuf Yuksel û Enver Ulu girtin û berê wan dan Enqerê.
Tevgera hêzên taybet ji aliyê wezîrê navxwe yê Kevin Mehmet Agar ve hatibûn damezirandin û îdarekirin. Serokwezîrê wê demê Tansu Çîler bi rêya Mehmet Agar ev rêxistina tarî ya ku destê wan di kuştina bi hezaran welatparêzên kurd û tirk de heye xwedî dikiran piraniya fermana kuştina kurdan di wî demê de ji aliyê Tansu Çîler bi xwe ve hatiye dayîn. Ji ber vê yekê jî heta Tansu Çîler û Mehmet Agar di vê derbarê de dernekevin himber dadgehê her tim dê aliyê herî girîng yê konaxekî di tariyê de dimîne.