Nivîsar

Qisaweta Çêkirina Xeta Kurd

Qisaweta Enqereyê ya di derbarê mercên Rojhilatanavînde car car di Medya Tirk de cîh digre. Qisaweta herî mezin xeynê Sûrîyê pirsgirêka Kurd ya Iraq û Tirkeyey ye.

Di hefteyên dawî de, du senaryo di medyayê de cîh girtin: Ya pêşî, li Sûrîyê piştî van bûyeran heke rêvebirî werbigere Kurd wê li herema xwe mixtarîyet îlan bikin, Tirkiye wê herêma tampon û xeta ewlehîyê wê ava bike. Ya 2. jî, Qisaweta Tirkeyeyê ku, piştî bûyerên Sûrîyê, Xetek Kurd ku ji Bakûrê Iraqê dest pêbike, di büşûrê Turkiyeyê de derbas bibe, Bakûrê Sûrîyê jî bigre nav xwe û bigihîşe heta peravê Behsa Spî. Di van herêmada xetek Kurd were avakirin. Van senaryoyan Tirkiye dike nav qisawetê. Enqere dema ku, li Federesyona Kurdistan ku li Bakûrê Iraqê hatîya damezirandin mêze dike, van senaryoyan bi şiklek cidî digre dest.

Rejîma Iraqê ku di sala 2003’an de, bi dagirkirîya dewletên bîyanî ve xera bû, pêngavên ji bo çareserîya modern ku 30 sal berdewam dikirin, asteng kir. Ev rewş di nav Kurdê Iraqê, Erep û Turkmenan de, bû sedema tûnebûna pêbawarîyê. Di bin Federasyonê de ji hev veqetîn derket.

Ev çareserîya cerahî, di nav civaka Ereb û cîhana Îslamê de, nişan dide ku, jiyana bi hevre, tevî cûdatî, cûdatîyan dînan, cûdetîyan neteweyî mimkûn nîne. Ev mantıqa ku, dûrê çareserîyê ye, hêj jî di nav Ereban û dinya Îslamê de bandora xwe dimeşîne. Dema ku, li hevnekirin ve digere pevçûnan, ji bo fitneyan ji holê rabin, çaresiryên lezgin û senaryoyê perçebûnê tên niqaşkirin.

Heke li Bakûrê Surîyê xeta Kurd derkeve holê, Tirkîye wê herêma tampon û xeta ewlehîyê wê damezirîne. Çend hefte berê, ev agahî ji Enqereyê hat. Dema ku ev agahî hat, di gotin ku, Tirkîye ji bo pêşî li vê rûdanê bigre wê tevdîr bigre, di nav van tevdîran de, midaxaleya eskerî jî heye. Serokomar Ebdullah Gul ew dem daxûyand ku, Tirkîye di derbarê Sûrî de, gişî alternatîfê eskerî û sîyasî digre dest.

Heke Mercên Sûrîyê Xerabtir Bibe

Roja Yekşemê, rojnameya Millîyetê xeberek da, li gor xeberê, rêvebira sîyasî û rêvebirîya nû ya eskerî civîyan, di wê civînê de, guherîna nexşeya Rojhilatanavîn û îhtîmala çêbûna xeta Kurd girtin dest.

Îhtîmalek wisa, heke mercên Sûrîyê xera bibe dûr nîne. Heke xeta Kurd bi vê şiklê were damezirandin, di serî de girêdayîya Tirkîyeyê bi Ereban re dê bibire û nexşa jeopolîtîk ya Rojhilatanavîn wê biguherîne.

Tirkiye ji ber pirsgirêka kêmnetewî ya hûndrê xwe, berpirsiyarîya derketina pirsgirêkê digre. Serokwezîr Erdoğan got, “em pirsgirêka Sûrîyê pirsgirêka hûndirîn dibînin.” Ev gotinin Erdoğan, qisaweta pevçûnên mezhep û neteweyî nîşan dide.

Muhammed Nureddin

Rojnameya Xalîç / Dewleta Mîrîtî ya Ereban / 7 Tebex 2011

www.xeberenkurdi.com/

Back to top button