Nivîsar

Wa hatin pêşmergên me

Eva ez vedgêrim û li vê derê dinivîsim ne çîrokeka efsaneyî ye û ne jî xeyale, lê ew çîrokeka sedê sed raste.

Jiyê Seroyî sêzde sal bû, li wî demê dirindetirîn û dijwartirîn êrîşên rijêma Ba’asiya dihatine ser Kurdistanê, kuştin û wêrankirinê her dever girtibû. Seroyî jî êdî ev jiyana koletî û binidestiyê zêdetir ne pejirand û tivengeka dijmnî revand û xwe gehande nav rêzên pêşimerge li çiyayê Metîna.

Hizra xwe bikin zarokekê sêzde salî û di nav jiyaneka pirî şer û kuştin, birs, tirs, serma û bêxewî de, ne tiştekî normale, lê bawerî û dilgermiya Seroyî wesa lêkir ku van astenga hemûyan bibire û bibe pêşimergeyekê zîrek, guhdar û xwînşirîn di nav pêşimergan de.
Bîra min dihêt bihara sala 1988ê bû dema em ber bi baregayê Liqa Yek (Baregayê serke yê PDK li devera Badînan) diçûn, ku dikete ser rûbarê Zê li gundê Zêweşkan, di rêkê de li geliyekî çiyayê Metîna em li mala hevalekî xwe bûne mêvan ku ew du meh bû şehîd bûbû, dema deyka vî hevalê me yê şehîd Seroyê pêşimerge yê sêzde salî dîtî, dilê wê gelek pê şewitî û gelek hîvî û lava ji me kirin ku “em wî li gel xwe nebin û bihêline li mala wan, da ku ew wî bo me bixwedanke heta mezin dibe û paşî bigehe me “.

Me bi wê hêcetê ku “li zivirînê em dê bihêne vêderê û dê wî li vêderê bo we hêlin” xwe ji destên deyka şehîdî înader. Heta em gehiştine baregayê Liqê, Seroyî hezar sûnd dane ber me ku em li zivirînê neçine wêderê da ku ew wî li mal asê nekin. Aha her ji wê rojê Seroyî karwanê xebat û pêşimergatiyê dest pê kir û heta demê nivîsîna vê çîroka wî jî  ew her pêşimergeye.

Kurdistana me li sala1991ê rizgar bû û li 2003ê bingehê vê azadiyê mukum û berfirihetir lêhat û xêr û bereket bi ser xelkî de barîn, xelkê parçên erdî wergirtin (hindeka çar û pênc jî wergirtin), tirombêl wergirtin, pare bi serda barîn, dewlemend bûn, fîriyan û wesa lêhat ku êdî em ji xwe negirin gêskekî jî bidine mala xwe û xelkê Esiyopiya, Corciya û xelkê dî bi kirê bigirin da malên me paqij û gêzik bikin.

Seroyê me jî (ser xêrê) pêrar parçeka erdî li Girêpanê wek rêzigirtin bo 23 salên pêşimergatiya wî wergirt, lê eve du sale Seroyî berpirs neman ku xwe hewce nekiriyê, dezga nema serî lê nedayî da ku erdê wî bo tapo bikin, lê dike û nake erdê wî tapo nabe û dumahiyê jî gotine wî: “here mafê te nîne û ev erde nagehe te “.

Arêşa wî jî ewe ku dema Sero hatiye nav şoreşê, hevala navê wî guhart û kire (Sero) ku ew bi xwe navekê dî li ser bû, eve jî, ji ber hindê da ku dijmin pêzanînan li ser newergire û malbata wî ku, li Duhokê bû, zîndan nekin. Ji ber ku ew hêşta zarok bû dema hatiye nav şoreşê û navê wî hatiye guherîn bo (Sero), ji ber hindê ev nave ma li ser wî û hemû heval wî bi vî navî nas dikin,  dema erd jî bo wî deriketî, li ser vî navî deriketiye, lê navê wî yê nasnamê navekî diye.
Raste hemû berpirs her ji rojên pêşimergatiya wî ya zarokatiyê Seroyî nas dikin, lê kî dê bikare Seroyê reben bigehîne ba berpirsan.

Wesa Seroyê me eve du sale kaxezên wî di destî dane û bêhêvî û perwe ji vê saziyê  diçe ya dî û her stirana Şivan Perwer vedgêre û dibêje:

Wa hatin pêşimergên me
Zehmet ma di kîskê me
Parçek erdî jî nedan me

Rizgar Kêsteyî

[email protected]

Back to top button