Civak

Partiya Keran: Bes e êdî xwînmijîn bila hemû wek ker bijîn

Partiya Kerên Kurdistanê ragihand ku di hilbijartinên civata wîlayetên herêma  Kurdistanê de renge 2 berbijarên wan hebin û ji ber guhlênedanê rexne li hikûmeta herêma Kurdistanê kir.

Omer Klol serokê Partiya Kerên Kurdistanê ji AKnewsê re axivî û wiha got: “Her çend biryar yekalî nebûye jî, lê renge 2 berbijarên me bo hilbijartinên civata wîlayetên  herêma Kurdistanê  hebin.”

Her wiha derbarê xebata xwe de Klol wiha aşkere kir: “Em niha bi tijîkirina forman ve mijûl in ta em bizanibin çend endamên me hene, lê em pêşbîniya 10 hezar endam di herêmê de dikin ku Piraniya wan li Kelar û Silêmaniyê ne û em xwe bi hêza sêyem di herêma Kurdistanê de dizanin.”

Derbarê bernameya wan di helbijartinan de Klol wiha got: “Bernameya me her ew bûye ku em mirovekî aştîxwaz bin û dirûşma me ew e (Bes e êdî xwînmijîn bila hemû wek ker bijîn) eger em karibin wek ker bijîn êdî em hevdu nakujin.”

Klol sebaret daxwaza ji Obama jî wiha got: “Bi rêya rojnamyeke herêma Kurdistanê me daxwaz ji Barak Obama serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) kiriye ku hevkariya me bike ta ku hikûmeta herêma Kurdistanê guh bi me bide, çunku her du partiyên desthilatdar bersiva daxwazên me nadin û ta niha jî cih bi me nehatî dayîn û her kî daxwazê dike dixin zindanê lewma me xwe avêt Obama.”

Klol ew rexne jî li hikûmetê kir, “Hikûmeta herêma Kurdistanê bi çavekî biçûk li keran temaşe dike û li ba wan ew bênirx e, em ji wan dipirsin: Ma gelo di dema şoreşê de we qet birîndarek yan barekî fîşekan nexist ser pişta kerekî?”

Hêjayî gotinê ye, Partiya Kerên Kurdistanê di 22 tebaxa 2005an bi fermî destûr ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê wergirtiye.

Back to top button