Talabanî : Ne mimkûne ku Kerkûk bibe mijara gengeşiyê
Serokê dewleta İraqê Celal Talabanî bi ajansa Nûçe ya Suudîyê, El-Arabiyê re peyivî û rewşa İraqê nirxand.
Celal Talabanî da zanîn ku serokatiya dewletê mafê kurdan e lê “em dikarin li ser vê mijarê jî gengeşî bikin herwiha kurd dikarin dev jê serokdewletiyê jî berdin lêbelê li ser Kerkûk û herêmên ku ji Kurdistanê hatine qetandin ne mimkûne ku bibe mijara gengeşiyê.” Çareseriya pirsgirêka Kerkûkê tenê bikaranîna madeya 140ê de mimkûne.
Talabanî di derhaqa madeya 140ê de wiha axifiye: Maddeya 140ê perçekî zagona bingehîn ya İraqêye û ger li ser vê maddeyê xerakirinek bibe ew jî tê wateya ku xirakirina zagona bingehîn ya İraqe.
Berê ya bikaranîna madeya 140ê divê temamkirina xebatên standardîze bête kirin û pişt re jî xelk ji bo biryardayina xwe biçin ser sendoqê. Ew çax “em dikarin bêjin Kerkuk girêdayiyê herêmê Kurdistane yan na.
Talabanî rewşa siyasiya İraq jî nirxand û bang li hemî partî û alîgeran kir û got : Divê hemî partî û alîgirên İraqê ji bo berjewendiyên xelk bi awayekî lez avakarina hikûmetekî nû bikin.