Civak

Kî li paş vê provakasyonê ye?

Eşkereye ku teqîna li Colemêrgê pêkhatî provakasyonek kûr e. Armanca vê bûyerê rast bi rast têkbirina prosesa agirbestê bi xwe ye. PKK-ê li vê bûyerê xwedî derneket û wek bûyera kontrgerila dinirxîne. Berpisên BDP-ê ev bûyer şermezar kirin û ji hukumetê daxwaza ronî kirina vê bûyerê dikin.

Ji aliyek din hukumetê hevdîtinên xwe li gel berpirsên BDP-ê betal kirin. Sedem jî ew e ku, PKK-ê wek berpirsên vê bûyerê dibînin. Yanî hukumet ji bo vê bûyerê PKK-ê tawanbar dike û BDP û PKK jî vê bûyerê wek karek yê dezgehên tarî di nav dewletê de dibîne.

Niha ya herî girîng ewe ku ev bûyer bête zelal kirin.Miletê kurd rastiyê bizanibe û li gora wê her kesê kul i pişta vê bûyerê be, bête rûreş kirin. Zelal bûna vê bûyerê dikare bibe destpêkek gelek taybet ji bo hinek tiştên erênî.

Back to top button