Polîtîk
Hevdîtin hatin betal kirin
Wek tê zanîn berpirsên KCD-ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk ji bo dayînstandinê bikin daxwaza hevdîtina serokkomar, serokwezîr û serokê CHP-ê kiribûn. Wan jî ev daxwaza hevdîtinê erênî dîtibûn û ji bo hinek ji van hevdîtinan dem hatibû kifşkirin. Lê li gora nûçeyîn îro belav bûyîn, piştî bûyera li Çolemêrgê bûyî û 10 gundiyên kurd jiyana xwe ji destdayî ev hevdîtin ji aliye berpirsên hukumetê û serokkomar ve hatin sekinandin.
Çênebûna van hevdîtinan dikare prosesa agirbestê ji holê rakê. Ev hevdîtin ji bo pêkanîna agirbestek dirêj û dewamî gavek gelek baş dihat nirxandin. Dê rojên pêşiya me rewşa van hevdîtinan zelaltir bike.