şer ne çareserî ye
Wek tê zanîn 20-ê vê mehê demê agirbesta PKK-ê ragihandî xilas dibe. Piştî 20-ê mehê du rê li pêşiya PKK-ê hene. Yan vê agirbestê dirêj bike û BDP li gel dezgehên din yên sivîl di vê dema ku çek neyên karanîn li çareseriyekî bigerin û hemû leyiztikên Ergenekonê û leşkeran xira bikin û rê nedin tu paravakasyonan û rêya diyalogê xurt bikin.
Duyem cardin guh bidin bazê di nav PKK-ê de û dest şer bikin û bibin zemînê hemû cureyên leyiztik û planên qirêj yên Ergenekon û dezgehên tarî û vê yekêve girêdayî jiyanê li xelkên Kurdistanê bikin jehr.
Tişta ku dixweyê û kurd hemî jî baş dibînin dirêjkirina agirbestê ye û hewldanên pêkanînên rêyên diyalogê ye. Hevserokê KCD Ahmet Turk, pêwendiyek li gel dezgehên sivîl heye û li gel wan hinek çelakiyan dike. Di çerçova karên ku bêne kirin de, daxwaza dîtina serokkomar Abdullah Gul kirine û Gul erênî bersiva wan daye. Dê nêzik Gul bibînin. Herweha civînekî li gel serokê CHP-ê jî wê bête kirin û hinek hevdîtinên din jî di rojeva karê wan de hene.
Piştî van hevdîtinan dê Aysel Tugluk herê Îmralî hevdîtinekî li gel Ocalan bike.Dê di derbarê hevdîtinan û karên heta niha hatîn kirin de, agahdariya bide Ocalan û li gor wê jî dê Ocalan biryarê bide ku wê çi bête kirin.
Niha pêvajoyek gelek zîz destpêdike. Divê herkesek di vê pêvajoyê de dîtinên xwe zelal bêjin da ku bi awayekî bikaribin bibin arîkarê prosese destpêkirina diyalogê û rê li şer bête girtin. Biryara bite girtin divê biryarek bi istiqrar be. Baş tê zanîn ku di nav PKK-ê de aliyek heye ku naxwaze şer bisekine. Lê eger Ocalan piştî van hevdîtinan biryarek zelal û bi istiqrar bide ihtimala gelek tişt zelal bibin jî tê rojevê.
Kurdistana Başûr rolek gelek taybet li vê pêvajoya ku li bakurê Kurdistanê destpêkirî de heye. Ji ber wê jî serdanên berprsên KCD yên Kurdistana Başûr berdewamin. Lê tişta ku dixweyê ew jî istiqrarekî dixwazin. Serokê herêma Kurdistanê, gelek vekirî dibêje ku, şer ne rêya çareseriyê ye. Diyalog pêwiste û divê bi metodên demokratîk pirsa kurd li Bakur bête çareserkirin.
Di serî de BDP û hemû alî vê ditêna serokê Kurdistanê dizanin. Herweha kêmbêjî hinek gavên ji aliyê hukumeta Tirkiye ve hatîn avêtin jî girîngin.
Li Kurdistana Bakur xelk ji şer bêzar bûye, tehrîbatên vî şerî li civata kurd kirîn gelek mezine û bi salan civat ji nexweşiyên vê tehrîbatê xilas nabe. Daxwaziya xelkê warek aram e. Hêdî roj bi roj xelk li gora daxwaziya xwe dibe xwedî helwest û guh nade tirs û tehdîtan.
Di vê prosesê de rolê dezgehên sivîl gelekî girînge. Divê tu kes inkara rolê wan neke û hewl nedê ku wan ji prosesê dûr bêxin. Dema dezgehên sivîl li rolê xwe xwedî derkevin û dest bavêjin çareseriya pirsan, ji gelek aliyan hêztirin û dikarin karên baş ji bo demokrasiyê û azadiyê bikin.
Doh mayina hatî teqandin jiyana 10 gundiyên kurd vemirand. Ewin jiyana xwe ji dest dayîn jin, mêr û zarok bûn. Gelek vekirî ev kesên ku ew mayin danîn ew dijminê gelê kurdin , dijminê mirovatiyê ne. Di vê derbarê de daxuyaniya PKK-ê di cih de bû. Divê dema ev bûyer çêbibin PKK helwesta xwe bide xuyakirin. Ev helwest dê rûyê dezgehên tarî yên wek ergenekon û jitemê eşker bike.
Nûçe/Analîz
17.09.2010
Dara Bilek