Video : Bakurî, Serokê Nemir Ji bîr nekirin!
‘*’ Civîna ku berîya çend rojan ji hêla Ciwanên Kurdistanî ve banga wê hatibû kirin, îro li Bakurê Kurdistanê, li bajarê Qosarê, bi awayekî rêk û pêk hate pê. Herweha hêjayî gotinê ye ku, girseyeke baş hate serhev û wan bi xwendina Ey Reqîbê dest bi civînê kir.
‘*’ Salona ku civîn lê hate pê, bi alayên Kurdistanê û bi sûretên Nemirên Neteweya me, yên weke Şêx Seîdê Kal, Seyîd Rizayê Dêrsîmî, Qazî Mihemed, Mela Mistefa Barzanî, û Qasimloyî ve hate xemilandin.
‘*’ Civîn li gorî bernameyekê, ji nik ciwanan ve hate rê ve birin. Di sêrî de, peyama Îsmaîl Beşîkçîyî hate xwendin. Bi dûre jî, hin mêvan û ciwanên ku beşdar bûbûn, nivîsên xwe xwendin. Berîya banga pêşkêşkerî jî, şiîrên Qedrî Canî yên li ser Şêresiwarê Kurdistanê, Mela Mistefa Barzanî hatin xwendin.
‘*’ Yek ji balkêşîyên vê civînê jî ew e ku, ev civîn ji nik ew kesên ciwan yên xwedan fikr û ramanên azad yên ji her çar parçeyên Kurdistanê, ku li dora nirxên neteweyî yên hevbeş civîyane hate li dar xistin. Di bernameya bîranînê de jî, wan vî karê xwe yê pîroz, ji serî heta talîyê, bi hestîyarîyeke gelekî xurt dan nîşandan.
‘*’ Di talîya bernameyê jî, hunermendê hêja yê ji Qosarê, Welat Veda li gel ciwanê bi navê Diloyî, ku ji Zaxoyê beşdar bûbû, muzîkine baş dan guhdarkirin.
‘*’ Hêjayî gotinê ye ku, Ciwanên Kurdistanî, di rojên borî de jî, bi hestîyarên xwe yên neteweyî, civîninine hêja li dar xistin, û dê di vê rêyê de tiştine xweştir jî bikin.
Rojevakurd.com / Birûsk Aryan – [email protected]
1ê adara 2012ê Qosar / Mêrdîn