Nivîsar

Sekreterê PDKT koça dawî kir!

Siyesetmedar û welatparêzê kurd, sekreterê Pariya Demokrat ya Kurdistana Turkiyeyê – PDKTyê Avûqat M. Alî Dînler di 27ê sibatê de li nexweşxaneyek Diyarbekirê koça dawî kir. Cenazeya wî anîn Cizîra Botan. Tabûta wî bi ala Kurdistanê hate xemilandin û bi beşdariyeke mezin ya heval, hogir û xelkên herêmê hate veşartin.

M. Alî Dînler di sala 1937an de li bajarê Cizîra Botan tê dinyê. Yek ji wan refên pêşî yê herêma Cizîra Botan e ku li dibistana bilind xwendiye. Piştî xwendina pêşî, navîn û lîseyê, li Ankarayê dest bi Unîversîteya Hiqûqê dike.

Di dema xwendina universîteyê de pêwendiyên wî bi xwendekarên kurdperwer yên wê demê de çê dibe. Ew demek taybetî ye ku welatparêz û xwendekarên kurd di nav lêgerîneke siyasî de ne. Zilm û zordariya li ser gelê Kurd tesîreke berbiçav li wan dike.

Di wê demê de, bi awakî giştî tevger û têkoşîna neteweyên bindest û bi taybetî jî bûyerên di sala 1958an de li Iraqê rû didan; vegera Mele Mustefa Barzanî ji Yekitiya Sovyetê û qebûlkirina hinek mafên neteweyî yê kurdan Başûrê Kurdistanê, tesîrek mezin li ser hemû weletparêz û rewşenbîrên kurdan yên her çar perçeyên Kurdistanê dike; hest û hêviyên wan yên neteweyî bilindtir û geştir dike. Bê gûman ev bûyer û rûdan li ser M. Alî Dînler ku di sala 1959an de dest bi xwendina Zanîngeha Hiqûqê ya Ankrayê kiribû jî, tesîreke mezin dike.

Rewşenbîr, welatparêz û xwendekarên kurd li Bakurê Kurdistanê jî dikevin nav hewldan û lêgerênekê. Lê di vî warî de dewleta kolonyalîst ya Turkiyeyê weke her car dixwaze berî ku tevgera neteweyî û siyasî geş bibe û bistewe bitefîne.

“Mahkema Sulh Cezayê ya yekem ya Ankarayê” di tarîxa 16ê çeleya pêşîn ya 1959an de biryara girtina 50 xwendekar, rewşenbîr û welatparêzên kurdan dide. Li ser vê biryarê hêzên dewletê di 17yê çeleya pêşîn ya 1959an de dest bi girtina kurdan dikin. Weke berê hatibû plankirin, 50 rewşenbîr, xwendekar û welatparêzên kurd têne girtin. Kesên têne girtin, dixînin hucreyên zîndana Harbiyê ya Stenbolê. Ji nav wan girtiyan xwendekarê Unîversîteya Hiqûqê Emîn Batu di zîndana Harbiyê de vefat dike. Ji ber vê yekê jî 49 kes dimîne û ev bûyer bi navê “Bûyera 49an” tê nasîn.

Ev bûyer di dîroka nêzîk ya tevgera Kurdistanê de xwediyê cihekî gelekî girîg û taybetî ye. Gelek kesên di vê bûyerê de hatin girtin û mahkeme kirin, bi dû re bi awakî giştî di nav tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê de û bi taybetî jî di damezirandina rêxistin û dezgehên kurdî de rolên gelek mezin û girîng lîstin.

Di operasyona bûyera 49an de, M. Alî Dînler jî tê girtin, mahkeme kirin û cezayê hepsê dixwe. M. Alî Dînler piştî tê berdan, weke gelek rewşenbîr û welatparêzên kurdan dev ji doza neteweyî û kurdperweriyê bernade. Bi siyasetmedar û welatparêzên kurdan re pêwendiyên xwe xurt dike û di nav xebat û têkoşîna siyasî û rêxistinî de rolek girîng dilîze.

Di sala 1966an de komek xwendekarên kurd ku li Enqarayê dest bi gotûbêj û amadekariya rêxistinek kurdî dikin. Di sala 1967an de ji alyê 6 kesan ve “Koma Azadiya Kurdistan”ê (KAK) li Ankarayê ava dikin. Di vê demê de pêwendiyên KAKê û M. Alî Dînler germ in. Lê piştî operasyona 1968an ya li ser PDKTyê, ”projeya damezrandina partiyek nû” ya hevbeş tê rojeve. Serkêşiya vê projeyê Sekreterê PDKTyê Saît Elçî û Dr. Saît Kirmizitoprak dikşîne. KAK jî beşdarî nav vê amadekariyê dibe û xebatên xwe yên rêxistinî dicemidîne. Li gor vê projeyeyê; di nav grûba pêşî yên ku diharin Kurdistana Iraqê de du endamên damezrêner yên KAKê jî hene. Lê weke tê zanîn ev proje li gor armanca xwe encam nade û ew trajediya ku di laşê tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê de birînên kûr û giran çê dike, pêk tê.

M.Alî Dînler hê di dema xwendekariya xwe de dibê endamê PDKT. Di Kongreya sala 1975an de jî weke namzetê hevbeş dibe sekreterê Partiyê. Di wê demê de sekreterê Partiyê di kongreyê de dihate hilbijartin. Di kongreya 1975an de, pêşî Derweşê Sado weke sekreter tê hilbijartin. Li ser vê yekê, beşek nûnerên kongreyê ji kongreyê derdikevin. Pişt re jî hejmara nûnerên ku kongreyê diterikînin zêde dibe. Li ser vê helwestê, Derweşê Sado ji sekreterîyê îstifa dike. Di encama hewldanên di nav nûneran de M. Alî Dînler weke sekreterê Partiyê tê hilbijartin. M. Alî Dînler heta kongreya 1977an vê wezîfeya xwe didomîne.

Piştî darbeya leşkerî ya 12ê îlona 1980yî, weke gelek siyasetmedar, rewşenbîr û welatparêzên kurd, M. Alî Dînler jî tê girtin û êşkenceyek gelek mezin dibîne. Lê teva hemû fort, gef û êşkenceyê dewletê jî ew xebat û têkoşîna xwe ya neteweyî û kurdperwerîyê didomîne.

Di sala 1992an de weke endamê damezrîner beşdarî nav xebata avakirina HEVGIRTIN-Partiya Demokrat ya Kurdistanê dibe. Di kongreyê damezrandinê de jî dibe endamê Meclîsa Partiyê.

Avûqat M. Alî Dînler ji xortaniya xwe hata koça dawî li gor hêz û taqeta xwe ji bo mafên gelê xwe yê neteweyî hewl daye, xebatên hêja û girîng kiriye. Di rojên giran de li xelkê xwe xwedî derketiye, wîjdanê wî dest nedaye ku zilm û zoradriya li ser gelê xwe nebîne, tenê li rehetî û xelasiya xwe ya şexsî bigere. Ew li hemberî siyaseta hov û kolonyalîst ya dewletê bêdeng nemaye û ji bo mafê neteweyî yê gelê Kurdistanê xebat û têkoşînek bi rûmet daye…

Bila serê malbata wî sax be.
Bila serê heval, hogir û mirovîn wî sax be!
Bila serê gelê Kurd sax be!

Zinar Soran
[email protected]

Back to top button