Nivîsar

Vê jinê hemû sinorên nepakijiyê derbas kiriye

Vê jinê hemû sinorên nepakijiyê derbas kiriyeJi berî her tiştekî doza lêborina li jina dikin ku em vê  wek jin bi nav dikin.Gelek cara nûçeyek dikeve rojevê û derbas dibe, rojek diduyan tê ji bîr kirin. Lê hinek nûçe hene ku di rojevê de dimînin û giringiya wan nûçeyan ji naveroka wan tê.Parlamentera Gorranê Sirwe Ebdulwahîd jineke  li ser listeya Tevgera Goran wek parlementera parlementoya Iraqê hatiye hilbijartin û di parlementoya Iraqê de Tevgera Goran temsil dike. Lê di bingehê xwe de parlementerên ji Kurdistanê ji bo Parlementoya Iraqê hatîn hilbijartin  li Bexdayê nûnertiya kurda dikin.Lê Mixabin Parlamentera Gorranê Sirwe Ebdulwahîd sixuriyê ji bo Bexdayê dike û di derbarê pêşmergeyên Kurdistanê de bê edebiyek mezin dike û her weha dixwaze kurd û hêza pêşmerge Bexdayê ve bête gêrêdan.Gotarek ya xwe de Sirve gelek pêşve diçe û dibêje jinên Pêşmergeyan laşê xwe difroşin. Li himber vê daxûyaniya jina sixûr gelek helwestên tund hatin diyarkirin. Dixweyê tişta ku ev xanim dike jinên pêşmergeyan pê itham dike.Wezareta pêşmerge herî dawî di vê derbarê de daxûyaniyek belav kir û dibêje:  “Sirwe Ebdulwahîd, parlamentera Gorranê sivikatî bi malbatên serbilindên şehîdan kiriye, daxuyanî û nêrîna wê parlamentera Gorranê sivikatîkirin bi xwîna şehîdan e û bi ti şêweyekê nayê qebûlkirine, pêwîst e Tevgera Gorranê derbarê wê sivikatiya endama xwe de daxuyaniyê bide.”Wezareta pêşmerge di berdewamiya daxûyaniya xwe de dibêje: “Pêşmerge xwîna xwe bo parastina axa welat û berevanîkirin ji keramet û şerefa gelê Kurdistanê bexşiye, pêşmerge canê xwe bo welatê xwe feda dike, da ku gel bi serbilindî û bi kermat bijî û ti kes jî heqê wê yekê nîne bi navê parlamenteriyê rê bide xwe û hemû sînorên nepakiyê derbas bike û gotinên ne di cih de û tohmetan derheqê malbatên şehîdan de bêje.”Di dawiya daxûyaniyê de wezereta pêşmerge dide xuyakirin ku: “Kesek ku sivikatiyê bi xwîna şehîdan bike, di her pile û payeyekê de be, ti nirx û parêzbendiyeke yasayî û siyasî jê re namîne.”Herweha hinek aliyên siyasî dixwazin dadgeh di derbarê gotar û helwesta vê jinê de doze vekin.Taybetmendiya Tevgera Goran ewe ku, di bingehê siyaseta wan de dijitiya Barzaniya û PDKê bê kirin.Ev cureyê dijminatiyê û kîne qirêj û reş wan ber bi xiyanetê ve û sixûriya welatên dagirker ve dibe.Tişta niha ev jin dike eve û siyaseta Goran jî li ser vê sixûriyê hatiye avakirin.Başe di rewşek hale de çi berpirsiyar dikeve li ser milên aliyên din yên siyasî?Gelo dive helwesta dezgehên sivîl li himber vê kiryara qirêj ya vê jinê çibe.? Her kes, partî, hêz û dezgehê ku pişgiriya Pêşmergeyên Kurdistanê dikin, dive vê Sirweyê birecimînin. Divê ev nemirov tê bigihê ku bê edebiya kirî jêre namîne.Di bingehê xwe de di kesayeta pêşmerge de heqaret li hemû kurd û Kurdistaniya kiriye.Fermandarek bilind yê hêzên pêşmerge ku Sirwe û malbata wê baş nasdike dibêje: Dixweyê ew tişta ji aliyê Sirwe û malbata wê vet ê kirin ew ji bo jinên pêşmergeyan dibêje.Nûçe Analîz/N.Firat

Back to top button